Smiley face
sorani
Smiley face

Goran: Brett McGurk ragihand ku Amerîka ji sedê sed li dijî referandûmê ye

2017-09-13 17:56:32
Endamê Odeya Peywendiyên Dîplomasî yê Tevgera Goran Wişyar Omer diyar kir ku Brett McGurk di hevdîtina ligel Tevgera Goran de, ragihand ku Amerîka ji sedê sed li dijî pêkanîna referandûma Herêma Kurdistanê ye.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şandek a rayedarên DYA'yê bi serokatiya nûnerê Serokê DYA’yê di nav koalisyona şerê dijî DAIŞ’ê de Brett McGurk ji bo guftûgokirina li ser referandûm, vebûna parlamentoya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de  li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran kir. Hevdîtina wan bi dawî bû.

 

 Endamê Odeya Peywendiyên Dîplomasî yê Tevgera Goran Wişyar Omer piştî hevdîtinê derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyanî da û got; "Birêz Brett McGurk ji me got ku ji Waşîngtonê hatine ji bo ku hemû aliyên siyasî bi zanin ku Amerîka ji sedê sed li dijî referandûma 25'ê Îlonê ye. Brett McGurk destnîşan kir ku ligel Bexda guftûgo kiriye û amadene ji bo damezrandin û çêkirina çarçoveya peywendiyên di navbera Herêma Kurdisanê û Bexda yê de. Wê vê mijarê ji bibin parlamentoyê û hefteya bê li ser biaxvin."

 

Endamê Odeya Peywendiyên Dîplomasî yê Tevgera Goran Wişyar Omer herî dawî got; "Nûnerê Serokê Amerîka Brett McGurk ragihand ku ligel Freransa, Berîtanya wê li Bexda tîmekê ava bikin, ji bo hemû pirsgirêk û krîzên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de çareser bikin û garantî hebe. Peyama sê yem jî ew bû ku bi rêya Paralementoyê referandûm bê paşxistin."

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin