Smiley face
sorani
Smiley face

KCK ji bo yekîtiya netewî bi Komeleya Şoreşgeran re civiya

2017-09-13 15:09:54
KCK di çarçoveya nexşe rêya xwe ya ji bo yekîtiya netewî de serdanên xwe yên ji  bo partiyên siyasî yên Kurd, berdewam dike. Şandeya KCK’ê bi vê mebestê li Zirgiwêz serdana Navenda Rêveberiya Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşan ya Kurdistana Îranê kir.


 

 

BÊRÎTAN ZAGROS-NASYAR MISTEFA / ZIRGIWÊZ

 

Şandeya Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê li bajaroka Zirgiwêz ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ji bo xebatên yekîtiya netewî û lidarxistina kongreya Netewî ya Kurd serdana Komelaya Şoreşger Zehmetkêşan ya Kurdistana Îranê kir. Hevdîtin di saet 10:00’an de destpê kir, du saetan berdewam kir û ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

 

 

Şandeya KCK’ê ya ji Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê KCK’ê Serhed Varto, endamê  komîteya pêwendiyên Başûrê Kurdistanê yê KCK’ê Dr. Huseyîn Amed û Merwan Amed pêk dihat, ji aliyê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşgeran Ebûbekir Mûderisî, Endamê Mekteba Siyasî ya Komeleya Şoreşgeran Salih Şerîfî, Endamê Komîteya Navendî Îbrahîm Muhemedî û Îdrîs Kulahduzî ve hatin pêşwazî kirin.

 

Piştî hevdîtinê herdu alî têkildarî naveroka hevdîtinê ji çapemeniyê re axivîn û peyamên yekîtiyê dan. Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komelaya Şoreşger û Zêhmetkêşan ya Kurdistana Îranê Ebûbekir Mûderisî destpêkê mafê axaftinê girt û diyar kir hevdîtina KCK’ê ya ji bo wan pir baş û erênî bûye. Mûderîsî bi berdewamî wiha got: “Civîneke baş bû. Em herdu alî li ser gelek mijarên girîng yên weke pirsgirêka yekîtiya netewî, sazkirina danûstandin û hevgirtina di navbera partiyan de, mijarên ku divê bi taybet Kurd li hember rewşa siyasî ya niha bikin, axivîn. Divê Kurd ji bo diyarkirina çarenûsa Rojhilata Navîn pêşengiyê bikin. Bi dîtina min evana tev nîqaşên zehf baş û zelal bûn.”

Li ser pirsa me ya hun, di hevdîtinê de li ser gelek mijaran hemfikir bûn jî Mûderîsî got: “Em di gelek mijaran de hem fikir bûn. Ancax di hindek mijaran de jî fikrê me yê ji hev cûda jî hebûn. Lê ya girîng her aliyek fikrê xwe parve kir û ev bixwe jî ji bo destpêkê gaveke girîng bû.”

 

Alîkarê Sekreterê Komelaya Şoreşgeran Ebûbekir Mûderîsî li ser pirsa wê tevlî şêwra netewî ya Rojhilatê Kurdistanê bibin jî diyar kir ku heya niha vexwandinnameyek ji bo wan neçûye û got: “Heya niha vexwandinnameyek ji bo me ne hatiye, dema hat wê komîteya me ya navendî û rêvebariya me binirxînin û bersivê bidin. Ez ji niha ve nikarim tiştek di vê derbarê de bêjim.”

 

Ji şandeya KCK’ê Serhed Varto jî piştî Mûderîsî têkildarî encama hevdîtinê ji çapemeniyê re axivî û got: “Hevdîtina me bi armanca sazkirina yekîtiya netewî bû. Lê, me derfet dît ku li ser pêşketinên siyasî yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê diqewimin jî bi axivin. Em herdu alî jî di vê mijarê de hemfikir bûn ku Kurd rû ber rûyê metirsiyane lê, di heman demê de jî derfet heye ku bigihijin mafê xwe jî. Xeteriya herî mezin parçebûna Kurdan e. Eger hîna jî hêzên dagirker nêzî çareseriya pirsgirêka Kurd nabin jî dîsa jêdera xwe ji parçebûna Kurdan digire.”

 

 

Serhed Varto diyar kir ku wan di vê hevdîtinê de nexşe rêya xwe ya ji bo yekîtiya netewî pêşkêşê Komelaya Şoreşgeran jî kirine û got: “Me projeya xwe ya ji bo yekîtiya netewî pêşkêş kir û wan jî gotin, ewê li ser nîqaş bikin û paşê fikrê xwe bi me re parve bikin.”

 

 

Hêjayî bibîrxistinêye ku KCK di çarçoveya xebatên yekîtiya netewî de berê niha bi Goran, PDK-Î, HDK, Komeleya Zehmetkêşan ya Rojhilat, Komela Îslamî ya Başûrê Kurdistanê re jî hevdîtin kiribû. Hevdîtina herî dawî jî li bi Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistanê re bû.

 

 

(rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin