Smiley face
sorani
Smiley face

Festîvala şanoya kolanan a Merîwan bi dawî bû

2017-09-13 14:27:34
Festîvala şanoya kolanan a bajarê Merîwan ê girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi pêşkêşkirina 22 şanoyên navxweyî û navnetewî bidawî bû.


 

 

MERÎWAN/ ROJNEWS


Festîvala şanoya kolanan a Merîwan îro bidawî bû. Pêşkêşkirina şanoyên îro pêşwaziyek germ lê kirin.

 

Îro yekem şanoya kolanan li bajarê Kirmaşan a bi navê ‘destana mencel û kolind’ hat lîstin. Piştre jî 21 şanoyên din li cihên jê re hatîn diyarkirin, hatin lîstin.

 

Îro komên şano yên bajarên Dêlûran, Sine, Merîwan, Tehran, Tebrîz, Îsfehan, Reşt û çend bajarên din hat lîstin.

 

12’emîn dewreya festîvala şanoya kolanan a Merîwan saet 14:30’ê li peravên deryaya Zirêbar bi lîstina şanoya ‘Komê Pehlewî û çarşeva Qecerî’ koma şano ya Tehran ku 4 rojan lîst, wê bi dawî bibe.

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin