Smiley face
sorani
Smiley face

Wergirtina bacanên Îranê li Paşmax hat qedexekirin

2017-09-13 14:22:51
Bi armanca zêdetir girîngî dayîna berhemên navxweyî û asteng kirina berhemên derve, bi taybet berhemên bacanan, aliyên  peywendîdar yên navçeya Pênciwên ya ser bi Silêmanî biryar dan ku mehek şandina bacanan ji aliyê Îranê ve were rawestandin.


 

 


HAWKAR MISTEFA/ PÊNCIWÊN

 

Îro Qeymeqamê navçeya Pênciwên bi serpereştyarê  Deriyê Sînorê navnetewî yê Paşmax, li deriyê sînor ê navnetewî yê Paşmax, bi daxuyaniya çapemeniyê sedema qedexe kirina şandina bacanan eşkere kir.

 

 Di destpêka daxuyaniyê de Qeymeqamê  Pênciwên  Zana Rehman wiha got: “Piştî ku duh cotyarên Pênciwên ji ber kêmiya nirxê  berheman bi taybet bacanan, dest bi xwe pêşandanê kirin, îro em li gel nûnerên cotyaran û serpereştiyarê deriyê sînor ê navnetewî yê Paşmax kombûn.”

 

 

Her wiha Zana Rehman diyar kir ku di civînê de hemû alî hem fikir bûn ku divê di hemû deriyên sereke û ne sereke yên sînor re wergirtina bacanên Îranê werin qedexe kirin.

 

Li ser heman mijarê Serpereştyarê Deriyê Navnetewî yê Paşmax Ezwer Mehmûd jî got: “Li gel cotyarên deverê me  biryar da ku ji roja 15’ê Îlonê ve  wergirtina bacanên Îranê bi rêya deriyê  Paşmax  û Seyranben ve heya 15’ê Cotmehê were qedexe kirin.”

 

Ezwer Mehmûd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me aliyên Îranê girêdayî biryarê agahdar kir. Wan jî ji me re ragihand ku  du roj dem diyar bikin ku ew jî serî li rê û rêbazên pêwîst bidin.”

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin