Smiley face
sorani
Smiley face

Jinek ji ber zilma bira û hevserê xwe, xwe kuşt

2017-09-13 13:51:21
Li bajarokê Warma yê ser bi Silêmanî jinek piştî ku xwe şewitand û çend rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Xizmekî jinê jî dibêje sedema xwe şewitandina wê zilma bira û hevserê wê bû.


 

 

 

ŞIRAM HEWRAMÎ/ SILÊMANÎ

 

Di dawiya meha Tebaxê de jinek ji bajarokê Warma ya ser bi navçeya Şarezûr a girêdayî Silêmanî bi navê Lînda Hadî xwe şewitand û bi  birîndarî rakirin nexweşxaneya beşa lezgîn a Silêmanî. Di encama rêjeya zêde ya şewitîna laş de şeva 11’ê Îlonê jiyana xwe ji dest da.

 

 Têkildarî bûyerê ajansa me peywendî li gel Berpirsê Navenda Polîsên bajarokê Warma Goran Hisên danî. Ji ber şewitînê mirina wê jinê piştrast kir. Li ji ber  hinceta dosye hîna dibin lêkolînê de ye, agahiyên zêdetir neda.

 

Li ser mijarê yek ji xizmên Lînda ku ne xwest navê wî were eşkere kirin wiha qala çîroka Lînda dike: “Nêzî du sale Lînda zewiciye. Bavê wê wefat kiriye. Du birayên wê ji dayîkek din  heye. Nêzî sê mehe dayîka wê ya rast nexweş bûye û di nav cihan de ye. Birayên wê xizmeta wê nekiriye û şandiye li gel Lînda yê. Li hember wê jî mala dayîka xwe li ser navê Lînda tapo kirine.”

 

Her wiha Heman kesî got: “Dayîka nexweş ya Lînda demekê li gel bû. Lê hevserê Lînda qebûl nekir ku êdî dayîka wê li malê de bimine. Dema ku destpêkê qebûl kirî û heya xanî li ser navê wê tapo kirî, peşîman bûne. Lînda û hevserê xwe li ser mijarê pevçûn. Pevçûn gihişt astekê ku Lînda xwe şewitand û me rakir nexweşxaneya beşa lezgîn ya Silêmanî. Lê ji ber rêjeya zêde ya şewitîna laş, şeva 11’ê Îlonê jiyana xwe ji dest da.”

 

Heman kesî bi guman diyar kir ku Lînda di sala 1992’an de ji dayîk bûye.

 

Ajansa me dîsan peywendî li gel Navenda Polîsên Warma danî, Berpirsekî Polîsan bi şertê ku navê wî neyê eşkere kirin, ev agahî parve kir: “Ji berî ku ew jin jiyana xwe ji dest bide, polîsên Warma karîbûn hinek gotin jê werbigrin. Di gotinên xwe diyar gotibû ku ‘Ji ber şewitandina cilên kevin ku ne pêwîst bû, agir pê ketiye’ û beşek zêde ya laşê wê şewitiye. Lê polîs ji gotinên wê jinê ne piştrastin ku çend raste.”

 

Heman çavkaniyê ev  tişt jî anî ziman: “Piştî bûyerê lêkolînên polîsan berdewame. Dibe ku piştî taziyê, hinek kesên nêzî jinê, werin vexwendina lêpirsînê. Polîs naxwaze ji ber wê bûyerê bûyerek din  a civakî derbikeve û kesên din jî bibin qurbanî.”

 

Çîroka Lînda nîşan dide ku ji ber zilma bira û hevserê wê, wê mirin ji xwe re bijartiye. Ji ber ku birayên wê ne di xwest dayîka wê ya nexweş xwedî bikin, zilm kirin. Ji ber ku hevserê wê dayîka nexweş a Lîndayê qebûl ne kiriye,  zilm kiriye.”

 

Rojane nûçeyên kuştin, xwe kuştin, xwe şewitandin û xwe xeniqandina  jinan li Başûrê Kurdistanê  tên belav kirin. Ji bo her bûyerekê çîrokek ne rast tê amade kirin û çîroka rast jî tê veşartin. Êdî ne yasa û ne jî deste û rêxistinên mafê mirov û mafê jinan helwest nîşan didin.

 

(rn)

 


 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin