Smiley face
sorani
Smiley face

Yekgirtû: Emê tevlî rûniştina sibe ya parlamentoyê bibin

2017-09-13 13:26:31
Civîna YNK, PDK û Yekgirtûya Îslamî bi dawî bû. Berdevkê Yekgirtûya Îslamî Hadî Elî jî got; “Ger sibe parlamento bê vekirin, wê Yekgirtû tevlî civîna rûniştina parlamentoyê bibe.”


 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR


Civîna dinavbera YNK, PDK û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ku îro li bajarê Hewlêr destpê kir, bi dawî bû. Piştî civînê berdevkê Yekgirtûya Îslamî Hadî Elî têkildarî naveroka civînê daxuyaniyek çapemeniyê da.

 

Berdevkê Yekgirtûya Îslamî Hadî Elî di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku ger sibe parlamentoya Herêma Kurdistanê bê vekirin, weke Yekgirtû wê tevlî rûniştina parlamentoyê bibin û got ku ew hêvî dikin Komele û Goran jî tevlî rûniştina parlamentoyê bibin.

 

Hadî Elî wiha jî got; “Em her ji destpêkê ve li gel aktîfkirina parlamentoyê ne. Ger sibe jî parlamento bê vekirin, koma me wê tevlî rûniştina parlamentoyê bibe. Dibe îro PDK û YNK cardin biçin Silêmanî, li gel Goran û Komel cardin kom bibin û biryara wan a dawî bigirin.”

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin