Smiley face
sorani
Smiley face

Wergirtina cilên Kurdî di nav jinan de kêm bûye

2017-09-12 10:58:17
Li Herêma Kurdistanê dirun û li xwe kirina cilên Kurdî di nav jinan de kêm kiriye û jinek jî qedexekirina cilên Kurdî di navendan de ji aliyê hikûmetê ve weke sedemekê dibîne. Jinek ku cilan di diru, krîza aborî weke sedemek din a kêm wergirtina cilên Kurdî dibîne.


 

 


 CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Yek jî resenî û çanda gelê Kurd cil û bergên Kurdiye. Her ji kevin de jin û zilaman di mal û derve de li xwe dikirin. Lê di dawiya salên 90’an û pêde, li Herêma Kurdistanê  li xwe kirina cil û bergên Kurdî kêm kiriye.

 

Têkildarî mijarê welatiya ji Helebce a bi navê Çinur Eshed balkişand ser sedema kêmbûna li xwe kirina cil û bergên Kurdî û wiha ji ajansa me re axivî: “Yek ji sedemên sereke hikûmete ku destûr nade karmendan bi cil û bergên Kurdî ve biçin dewamê. Salê tenê rojek ji bo cil û bergên Kurdî hatiye veqetandin. Ev jî bê nirx kirina cilê Kurdiye.”

 

 

 Li ser wergirtina cilên Kurdî ji aliyê ciwanan ve jî Çinur Eshed got: “Ji ber nebûna şiyariya çand û ziman ji bo parastina reseniya cil û bergên Kurdî di nav ciwanan de, zêdetir serî li wergirtina cil û bergên mode didin.”

 

Li ser heman mijarê Jina xeyat (Terzî) a bi navê Kanî Hewramî  li ser kêm wergirtina cilên Kurdî di pîrozbahiyan de  diyar kir ku sedema wê krîza aborî, giraniya qumaş û çav dayîna cilên mode ne.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin