Smiley face
sorani
Smiley face

Festîfala şanoyan a Merîwan di roja duyemîn de dewam kir

2017-09-11 14:55:44
Festîvala Şanoya kolanan a Merîwan a ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê di roja duyemîn de bi pêşkêşkirina 39 şanoyên navxweyî û navnetewî dewam kir.


 

 

MERÎWAN/ ROJNEWS


Îro li Qada Bawereş a bajarê Merîwan ê girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi pêşkêşkirina şanoya ‘Li vir kamereya şopandinê hey’ duyemîn roja festîvala şano destpê kir.

 

Piştre li Parka Şano, Qada Stadyum, Deriyê Zêrebar, Parka Şine, gundê Nê, û bajarokê Berdereş û gelek şanoyên din hatin pêşkêşkirin.

 

Şanoya dawî ku îro hat lîstin, şanoya ‘Newros’ li welatê Ukranya bû. Ev şano li Deriyê Zirêbar hat lîstin û ji aliyê xelkê ve rastî eleqek baş hat.

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin