Smiley face
sorani
Smiley face

‘Beşa bûdceya Herêma Kurdistanê di bûdceya 2017’ê ya Iraqê de hîn nediyare’

2017-09-11 13:19:13
Serokê Koma Komeleya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Ehmedî Hacî Reşîd got; “Ji bo em rêjeya bûdceyê Herêma Kurdistanê di bûdceyê Iraqê yê 2017’ê de bizanin, em li benda civîna Desteya Wezîr û Parlamentoya Iraqê ne.”


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


Duh Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku bi rêya ofîsa xwe daxuyaniyek belav kir, diyar kir ku biryar dane bûdceya Iraqê ya sala 2017’ê cardin ber çavan re bê derbaskirin. Der barê bûdceya Herêma Kurdistanê di bûdceya Iraqê ya 2017’ê de Serokê Koma Komeleya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Ehmedî Hacî Reşîd ji ajansa me re axivî.

 

Ehmedî Hacî Reşîd diyar ku ji sala 2015’ê ve beşê bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexda ve hatiye şandin û got ku heya niha ew nizanin wê di bûdceya 2017’ê ya Iraqê de beşa bûdceya Herêma Kurdistanê hebe yan ne.

 

Ehmedî Hacî Reşîd bal kişande ser mijara referandûmê jî û got; “Ger di 25’ê Îlonê de referandûm pêk were û qala serbixweyî bê kirin, li gor min wê nerazîbûna Şîeyan li hemberî vê çêbibe. Her wiha wê bi pirsin çima bûdceya Herêma Kurdistanê têde hebe? Divê di 15’ê Îlonê de Desteya Wezîran li ser bûdceya 2017’ê ya Iraqê guftûgo bike û bike projeyek yasayî. Em jî li benda rûniştina Parlamentoya Iraqê ya di 10’ê Cotmeha îsal de pêk were ne.”

 

Herî dawî jî Ehmedî Hacî Reşîd daxuyakirin ku peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê her diçin aloztir dibin û got ku heya niha Herêma Kurdistanê ti lihevkirinek a li gel Iraqê pêk ne aniye.

 

(rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin