Smiley face
sorani
Smiley face

Hêzên Amerîka: 2 leşkerên me li bakûrê Iraqê hatin kuştin

2017-08-13 18:56:41
Hêzên Amerîka yên li Iraqê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku li bakûrê Iraqê 2 leşkerên wan hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hêzên Amerîka yên li Iraqê vê êvarê daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniyê de tê gotin ku li bakûrê Iraqê di dema operasyonekê de, di êrîşekê de 2 leşkerên wan hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

 

Di daxuyaniyê de cihê bûyerê nehatiye destnîşan kirin, tenê tê gotin li bakûrê Iraqê êrîş pêk hatiye.

 

Fermandarê Artêşa  Amerîkayê  yê Iraqê  Steve Townsend ji malbata wan re sersaxî xwest û wiha got; "Hêzên Koalîsyonê xemgiyana xwe ji bo bûyerê anîn ziman. Ji ber bûyerê em ji malbat û hevrê wan re sersaxiyê dixwazin."

 

Di çarçoveya koalîsyona navnetewî ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de niha li Iraqê gelek leşkerên Amerîka hene û di operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de alîkariya artêşa Iraqê dikin û leşkerên Iraqê perwerde dikin.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin