Smiley face
sorani
Smiley face

Komele: Em li gel hemû hewldanên ji bo tifaqa nav mala Kurdin

2017-08-13 16:04:31
Emîrê Komeleya Îslamiya Kurdistanê li ser banga KNK’ê ya ji bo pêkhatina kongreya netewiya Kurdistanê wiha ragihand; “Em li gel hemû hewldanên ji bo tifaqa nav mala Kurdin.”


 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Îro li bajarê Hewlêr Komeleya Îslamiya Kurdistanê û KNK civiyan. Piştî civînê têkildarî bersiva Komeleya Îslamî ya ji bo serdana şanda KNK’ê,  Emîrê Komeleya Îslamiya Kurdistanê, Elî Bapîr daxuyaniyek çapemeniyê da.

 

‘Emê tevlî kongreya netewî bibin’

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de Emîrê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr got; “Em bi hemû hewldanên ji bo tifaqa nav mala Kurdin. Emê piştî guftûgokirina li ser mijarê bersiva KNK’ê jî bidin. Ger kongreya netewiya Kurdistanê bê li dar xistin, emê tevlî bibin.”

 

Der barê rewşa Herêma Kurdistanê de jî, Elî Bapîr wiha got; “Ev rewşa aloz pir xerabe. Aloziyên siyasî didomin. Ev jî dibe sedema rewşa nebaş a xelkê. Civaka me li ser herdû hizbên desthilat parve bûne. Yên derve van mane jî, tenê ji xwe re temaşe dikin.”

 

‘Fikra dewleta Kurdî û referandûm xeyalî ye’

 

Elî Bapîr wiha jî got; “Her cara civak parçe dibe, wê demê mazlum û bêtewan têde diçin. Ji bo wê nabe ev rewşe dewam bike. Heya neye çareserkirin, fikirkirina li ser dewleta Kurdî û referandûmê xeyale. Ji bo referandûmê pêwîstiya me çêkirina semîn heye. Belê eva heyî zemîn ji bo referandûmê nîne, biryara hizbî ye.”

 

Li ser pirsa aktîfkirina parlamentoyê jî, Elî Bapîr wiha got; “Pêwîste saziyên fermî cardin rola xwe bikarin bilîzin û em hemû bi hevre rûnin ji bo rewakirina parlamentoyê guftûgo bikin.”

 

Hêjay gotinê ye ku serdana KNK’ê ji bo Komeleya Îslamiya Kurdistanê di çarçoveya rêze hevdîtinên li gel aliyan ên ji bo pêkhatina kongreya netewî ye.

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin