Smiley face
sorani
Smiley face

‘Ewqas şaştiyên desthilatê hene ku ji çapemeniyê ditirse’

2017-08-13 15:26:37
Mamosteyê zanîngehê Karwan Elî ragihand ku yek ji bûyerên herî metirsîdar ewe ku di civakê de rojnameger werin qetil kirin û got: “Ewqas şaşiyên desthilatê hene ku ji rojnameger û çapemeniya bi wêrek di tirse.”


 

 

PERYAN EHMED/ SILÊMANÎ

 

Îro salvegera qetilkirina rojnameger û nûçegihanê ajansa me Wedat Hisên Elî ye. Heya niha li ser qetilkirinê rojnameger Wedat Hisên kesek jî nehatiye girtin. Her wiha li Herêma Kurdistanê metirsiya li ser rojnamegeran her diçe jî zêde dibe.

 

Têkildarî mijarê nivîskar û mamosteyê Beşê Teknîkî ya  Çapemeniyê  li Zanîngeha  Polîteknîkî ya Silêmanî Karwan Elî wiha ji ajansa me re axivî: “Mixabin gelek caran rojnameger hatin qetilkirin, êşkence kirin û mafê wan tê binpê kirin. Her welat û civakek ku mafê rojnamegeran binpê bike, li ser asta navnetewî gelek guman li ser wî welatî heye.”

 

Di dewama axaftina xwe de Karwan Elî ev gotin jî kir: “Ew qas şaşiyên desthilatê hene ku ji rojnameger û çapemeniya bi wêrek di tirse. Ji derxistina şaşî û gendeliyan ditirse. Li gorî êşkencekirina  rojnamegeran, qetilkirin  û lêdanê kiryarek herî hêsane û asteng kirina xwe îfade kirin û gihandina peyama rast, normale.”

 

Hêjay gotinê ye di çend salên dawî de 5 rojnameger li Herêma Kurdistanê hatine qetil kirin. Bi dehan rojnameger hatine girtin û êşkence kirin. Rojnameger Wedat Hisên Elî jî yek ji wan rojnamegerane ku di 13’ê Tebaxa 2016’ê de li Dihokê li ber çavê xelkê hat revandin û piştî 2 saetan bi şêweyekî hovane hat êşkencekirin û qetilkirin.

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin