Smiley face
sorani
Smiley face

Li Silêmanî ji bo doza Kemal Pênciwênî çalakiyek hate lidarxistin

2017-08-13 14:50:51
Lijneya Parastina Rastiyên Doza Kemal Pênciwênî li ber Ofîsa Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê çalakiyek pêk anîn û di çalakiyê de daxuyaniyek ji bo raya giştî hate xwendin.



 

 

RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Îro danê nîvro Lijneya Parastina Rastiyên Doza Kemal Pênciwênî li ber Ofîsa Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê çalakyek pêk anîn.

 

Endamê Lijneya Parastina Rastiyên Doza Kemal Pênciwênî, Aram Rojhilatî di daxuyaniya çapmeniyê de daxuyanî xwend û di daxwuyaniyê de wiha hate gotin: "Li gorî me kesek nîne ku Kemal Şêx Sade nas neke û ji kesayetî û qehremaniya wi ya di nava rêzên YNK'ê de agehdar nebibe. Hemû berpirsên YNK'ê û her wiha  hemû pêşmergeyên Dêrîn ên herêmên Raperîn, Silêmanî, Germiyan, Şarezûr û xelkê Pênciwênê ji nêzîk de Şehîd Kemal nas dikin û der barê jiyan û kesayeta wî de xwedî agehdarî ne. Ji ber wê Kemal Şêx Sade xwedî dîrokek zelal û eşkere û tije şanaziye ji bo gelê wî. Kesek nîne û nikare tiştekê ji jiyan û  şoreşgeriya Şehîd Kemal veşêre yan hewldana tinekirinê bide."

 

 

Di beşek din ya daxuyaniyê de wiha hat got: "Divê dadgeh li ser vê mijarê serbixwe be û divê yasa serwer be. Tu şik û gumana me nîne û em pêwîst dibînin ku ji bo pêkanîna vê mijarê emê têkoşînê bikin û em viya weke erkê xwe dibîn ku heta sûcdar li cihên xwe werin ceza krin. Mafê kesê jî nîne mûdaxeleyî karê dadgehê bike. Lê belê li ber çavre derbazkirina çend dozên kuştinê yên li Başûrê Kurdistanê pêk hatîn çêbûye. Mixabin heta niha ne yek tewanbar eşkere kirine û ne jî hatine cezakirin. Dozên 17'ê Sibatê, Soran Mame Heme, Şehîd Wedat, Serdeşt Osman û Tahîr Şerîr û gelek rojnamegerên din li ber çavê raya giştî ne."

 

Her wiha Nûnerê Ofîsa Parlamantoya Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê Şêrko Heme Emîn jî di daxuyaniya çapemeniyê de wiha got: "Li gor belgeyan hemû bingehên terorê di vê dozê de hene. Em dixwazin ku yasa serwer be û ji hemû destwerdanekê dûr be. Der barê vê dosyayê de jî pêwîste li gorî bend û yasayên pêwîst kujer werin ceza kirin."

 

 

Hevjîna Kemal Pêncwênî, Çinor Xerîb jî di civîna çapemeniyê de wiha axivî: "Ez ji hemû mirovên azadîxwaz û dadgeha Silêmaniyê dixwazim ku di vê dozê de bê alitiya xwe biparêzin û bi awayek dadperwerî cezayek bide kujên vê bûyerê û bi be nimûne ji bo wan dozên ku heta niha nehatine bi encam kirin."

 

 

Lijneya Parastina Rastiyên Doza Kemal Pênciwên ev du heftene li Silêmaniyê pêk hatî. Ji Kesayetên mafê mirovan, çalakvanên sivîl û kes û karên Kemal Pênciwênî pêk hatiye. Serdana dadgeh û dadgeha Giştî ya Silêmaniyê kiriye. Gelek caran serdana parêzeran, Serokê Parlamentoyê, Parlamenterên Herêma Kurdistnaê û Lijneya Marfê Mirovan kiriye. Ji bo ku dozê bike dozek siyasî û terorê. Ev jî bo wêye ku kujer li gor peymana di navbera Iraq û Îranê de neyên veguhestin.

 

Di 13'ê Nîsana 2016'an de li navçeya Pênciwên a Silêmaniyê, welatiyê bi navê Westa Sidîqî û weletparêzê Kurd Kemal Şêx Sade (Kemal Pênciwênî) ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin û piştî demekî kurd li nêzî çemê Mezin ê Pênciwên cenazeyê Westa Sidîqî hate dîtin. Cihê 8 guleyan li ser bedena wî bû. Roja din jî cenazeyê Kemal Pênciwênî li nêzî Pira Guxlan hat dîtin û cihê 13 guleyan li ser bedena wî bû.

 

 

Li aliyê din sibê jî saet 09:00'an li ber Dadgeha Silêmaniyê çalakiyek tê li dar xistin. Ji ber ku sibê 6’emîn rûnişta doza wan kujerane  ku dê dadgeh biryar li ser wan bide.

 

(rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin