Smiley face
sorani
Smiley face

‘Hikûmeta Herêma Kurdistanê soz daye Tirkiyê ku şirketa DanaGasê derbixe’

2017-08-13 14:27:09
Parlamenterê Tevgera Goran Elî Heme Salih dosya DanaGasê weke pirsgirêkek  herî metirsîdar a aborî bi nav kir û got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê soz daye  Tirkiyê ku şirketa Dana Gasê derbixe û wan bîran bide şirketên Tirkiyê.


 

 

 

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Hikûmeta Herêmê li dadgehên Ewropa  du doz li hember şirketa DanaGasê winda kiriye. Ew ji bi qasî du milyar û 14 milyon dolare. Biryare ku di meha Îlonê de dozek din veke ku daxwaza 26 milyar dolar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike. Ji ber ku Herêmê rê nedaye ku li gorî peymanê petrolê li bîrên Qadir Kerem û Çemçemalê hilberîne.

 

‘DanaGas ne amadeye derbikeve’

 

Têkildarî mijarê Parlamenterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji lîsta Tevgera Goran ELî Heme Salih nêrînên xwe bi ajansa me re parve kir  û wiha axivî: “Li gor agahiyên me, Hikûmeta Herêma Kurdistanê soz daye Tirkiyê ku şirketa DanaGasê derbixe û wan bîran bide şirketên Tirkiyê. Her wiha ji aliyekî din ve jî dixwazin bidin şirekta Rus Neftê. Ji ber ku peyman li ser van bîran heye, DanaGas ne amadeye ku ji van bîran derbikeve.”

 

Her wiha Elî Heme Salih got: “Dosya DanaGasê pirsgirêka aborî ya herî metirsîdare ku girêdayî jiyana gelê Herêma Kurdistanê ye. Her wiha roj bi roj deynê li ser Herêma Kurdistanê zêdetir dike. Li aliyekî din ji ber asteng kirina karên DanaGasê, gaz nayê hilberandin. Ji ber wê jî me dikarî pirsgirêka ceyranê çareser bikin û bi dehan projeyên petro kîmya bi damezrînin.”

 

‘PDK naxwaze aboriya herêmên ji dervey desthilata wî bihêz bibe’

 

Elî Heme Salih balkişand ser asteng kirina karên DanaGasê û wiha pêdeçû: “Armanca Tirkiyê ewe ku ev bîrên petrolê yên li herêmê ku di destê DanaGasê de  ye, hemû bixe bin desthilata xwe. Ji ber ku pêwîstiya wî bi gaza xwezayî heye. Weke din PDK naxwaze ku ew herêmên aboriya ne bi destê wan de be bihêz bibe û ev pêşketinane di gaza herêmê de hebe.”

 

Li ser pirsa gelo eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê  pereyên dozên ku winda kirî nede DanaGasê wê çi rû bide jî Elî Heme Salih ev bersîv da: “Heya niha Hikûmeta Herêmê ti pereyek ne daye DanaGasê. Lê nikare wî pereyî nede. Ev ne pereyê karmend û şirketên Kurdistanê ye. DanaGas wê dozê bibe dadgeha navnetewî.  Dikarin pereyê herêmê desteser bikin.”

 

Peymana Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şirketa DanaGasê  di sala 2007’an de ji bo 25 salan hatibû îmzekirin. Li gorî şirketa DanaGasê ji ber ku Hikûmeta Herêmê li gorî naveroka peymanê tev ne geriyaye, di dadgeha navnetewî de du doz vekiribû. Her wiha dixwaze di meha Îlonê de dozek din jî li hember Hikûmeta Herêmê veke.

 

Hêjayî gotinêye ku piştî 10 sal îmzekirina peymanê, heya niha naveroka peymanê ji bo çapemenî, parlamento û parlamentera nehatiye eşkere kirin.

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin