Smiley face
sorani
Smiley face

Li Çelê û Şemzînanê çalakî: 7 leşker hatin kuştin

2017-08-13 14:11:47
Gerîlayên HPG’ê serê vê sibê li dijî artêşa Tirk a li Girê Merganûsê ya Çelê çalakî li dar xistin. 7 leşker hatin kuştin.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihandin ku li hêzên artêşa Tirk ku derketibûn operasyonê teqemeniyên berê di arazî de hatibûn bi cih kirin bi wan de teqiyaye lê, têkildarî kuştî û birîndarên wan agahiyên zelal ne hatine bidestxistin.

 

Gerîlayên HPG û YJA-Star’ê berbanga vê sibê di saet 05.00’an de li dijî artêşa Tirk a li Girê Merganûsê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xistin. Li gorî çavkaniyên ji herêmê di vê çalakiyê de heta niha 7 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

 

Duh jî li dijî Girê Koordîneyê yê li Çelê bi hawanan çalakiyek hate lidarxistin. Hat diyarkirin ku gelek hawan li gir ketine lê têkildarî mirî û birîndaran tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

 

 

(bz)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin