Smiley face
sorani
Smiley face

PKK: 15’ê Tebax destpêka şerê rizgariya netewî ye

2017-08-13 13:47:15
PKK’ê salvegera pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û ragihand: “15’ê Tebax destpêka şerê rizgariya netewî ye. Îro li her devereke Kurdistanê destkeftiyên di encama vê pêngavê tên dîtin.”


 


 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)’ê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî belav kir û pêngava 15’ê Tebaxê ya 1984’an li tevahî gelê Kurd pîroz kir û banga mezinkirina berxwedanê û yekîtiyê kir û ragihand: “Em salvegera 33’emîn a pêngava 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Abdullah Ocalan em li hemû hevrê, hêzên gerîlla, gelê xwe yê welatparêz û hemû hêzên demokratîk pîroz dikin. Di şexsê fermandarê nemir Egîd-Mahsûm Korkmaz de, em hemû şehîdên xwe bi hurmet û minnet bi bîr tînin.

 

‘Şoreşa vejînê li herdera Kurdistanê vegerî destkeftiyan’

 

Em hemû dizanin ku pêngava 15’ê Tebaxê her roj kûrtir dibe û dibe keleporeke têkoşînê ya bênavber. Şoreşa vejînê ya neteweyî ya Bakur, xurtbûna şoreşa azadiya jinê, qehremaniya ciwanên Kurd, pêngava berxwedanê ya xwerêveberiya demokratîk, rizgariya Şengalê, şoreş û berxwedana azadiyê ya Rojava bi têkoşîna qehremanî ya 33 salan hatiye bidestxistin. Vê têkoşîna sî û sê salan gelê me û tevgera me aniye ber serfiraziyê.

 

‘15’ê Tebax destpêka şerê rizgariya netewî ye'

 

Di 15’ê Tebaxa 1984’an de guleyên pêşîn ên li Erûh û Şemzînanê ne bi tenê destpêka şerê rizgariya neteweyî ye, di heman demê de bûye mizgîniya serfiraziyê ya hemû mirovayetiyê ye. Di heman demê de xwedîtî li qîrîna ‘Berxwedan Jiyan e’ a ji zindana Amedê hatiye kirin û ew li çiya, zozan û bajaran belav kiriye û bûye tevgereke gerîlayan a bênavber.


15’ê Tebaxê israreke bêdawî ya ji bo jiyaneke bi rûmet û azad e. Tê zanîn ku dewleta faşîst a Komara Tirkiyeyê bi tenê êrîşî azadiyan nekiriye, êrîşî hemû hebûnên maddî û manewî yên takekes û civakê kiriye.

 

‘Emê armancên şehîdên xwerêveberiyê bi cih bînin’

 

Li hemberî êrîşa faşîst û qirker a faşîzma AKP-MHP’ê ya di 24’ê Tîrmeha 2015’an piştî 10’ê Tebaxê berxwedanên xwerêveberiyê hatin jiyîn. Xwerêveberiya li Cizîr û Sûrê dikeve sê saliya xwe. Bi vê wesîleyê em xwerêveberiyên demokratîk ên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê pîroz dikin. Di şexsê Çiyager, Axîn, Xebatkar, Zeryan û Îslam de em hemû şehîdên berxwedana xwerêveberiyê pîroz dikin û sozê didin ku em ê armanca wan bi cih bînin.

 

Bila her kes vê rastiyê bizanibe ku em gel û tevger em ê heta dawiyê  li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têbikoşin. Banga Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir a ku digot “Li hemberî faşîzmê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin” ji bo me dibe fermanek. Bila Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç bi aramî razê, em bi wan serbilind in û em li ser rêça wan in. Em sozê didin fermandarê Sûrê Çiyager û fermandara Şirnexê ya Zeryan Denîz em ê teqez bi ser bikevin.

 

‘Divê çalakiyên bi armanca azadiya Rêber Apo zêde bibin’

 

Berxwedana Rêber Apo ya 19 salan li ser navê hemû mirovayetî û bindestan dibe helwesta azadiyê ya dîrokî. Ji bo em vê berxwedanê bigihînin serkeftinê hin peywirên me yên mîlîtanî û welatparêziyê heye. Ji ber vê jî divê em helwesta Rêber Apo baş fêm bikin, çalakiyên ji bo wî li her derê belavtir û xurttir bikin.

 

‘Ji bo serfiraziyên dîrokî berxwedan û yekîtî hewce ye’

 

Tişta ku îro li Rojhilata Navîn tê jiyîn ne bi tenê pêvajoyeke normal e û pêvajoya şerekî cîhanê ye, yê ku her tişt ji nû ve tê sazkirin. Di vê kaosê de her hêza xwedî îddîa dikare gavên mezin biavêje û serfiraziyên mezin bi dest bixe. Lê ji bo vê jî divê li her derê berxwedan û yekîtî hebe. Em tevger, bi hemû hêza xwe em li hemberî DAIŞ û faşîzma AKP-MHP’ê li ber xwe didin. Em bang li gelê xwe û hêzên şoreşger û demokratîk dikin ku li hemberî faşîzmê em di eniyên hevpar de têbikoşin!

 

(bz)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin