Smiley face
sorani
Smiley face

Çeteyên DAIŞ’ê li Xaneqîn 5 leşkerên Iraqê kuştin

2017-08-13 13:12:40
Di sînorê navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyale, çeteyên DAIŞ’ê 5 leşkerên Iraqê kuştin.


 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ XANEQÎN

 

Îro saet 04:00’ê serê sibehê çeteyên DAIŞ’ê di navbera navçeya Xaneqîn û Îmam Weyîs  di sînorê Xaneqîna ser bi parêzgeha Diyale, êrîşî bargehek leşkerên Iraqê kirin. 

 

Li ser mijarê fermandarek polîsên parastina sînor ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji ajansa me re ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirine û di encamê de 5 leşkerên Iraqê hatine kuştin.

 

Her wiha wî fermandarî got: “Ew bargehe dikeve herêmek niştecihên wê Erebe û erkê wan jî parastina boriya petrola herêma Neftxaneye ku diçe Bexdayê ye.”

 

Di dawî de heman çavkaniyê ev tişt jî got: “Ev ne cara yekeme ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşên bi vî awayî pêktîne. Carnan jî li ser rêyên wê herêmê jî mayînan bi cih jî dikin.”

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin