Smiley face
sorani
Smiley face

Wezîrê Karê Navxweyî yê Iraqê serdana Îranê kir

2017-08-13 09:10:25
Wezîrê Karê Navxweyî yê Iraqê Qasim Elerecî serdana Îranê kir û ragihand ku têkiliyên wan yên bi Îranê re stratejîke û Îran bi şêwirmendên xwe yên eskerî piştgiriya hêzên Iraqî dike.”



 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî nûçeya ajanseke Îranê ya fermî Wezîrê Karê Navxweyî yê Iraqê Qasim Elerecî serdana Tehranê kir û beriya hevdîtinên li gel rayedarên Îranê pêk bîne ragihandiye ku têkiliyên Iraq û Îranê têkiliyên stratejîkin.

 

Li gorî vê nûçeyê armanca serdana Elerecî yek ji armanca vê serdanê şerê dijî terorê, parastin û ewlekariya sînorê Iraq û Îranê ye.

 

Her wisa hate gotin ku wê di hevdîtinê de behsa hatina namzetên hecî yên Şîeyan ya ji bo beşdarbûna merasîmên ayînî yên Şîeyan jî werin destgirtin.

 

Elerecî ku dibêje têkiliyên Iraq û Îranê stratejîkin wiha got: “Piştgiriya Îranê ya ji bo netew û dewleta Iraqê eşkereye. Şêwirmendên leşkerî yên Îranê di mijara têkoşîna dijî terorê û DAIŞ’ê de li gel hêzên Iraqêye û piştgirî dike.”

 

Têgotin ku dê Elerecî hevdîtinek li gel Wezîrê Karê Navxweyî yê Îranê Rahmanî Fezlî û hindek rayedarên din jî bike.

 

 

(bz)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin