Smiley face
sorani
Smiley face

'Li Başûr medya li ser hizban hatiye parvekirin'

2017-08-13 08:23:24
Pisporên medyayê ragihandin ku li Başûrê Kurdistanê medya Kurd bandoriyek xirab li ser xelkê çêkiriye û gotin ku ev yek ji dibe sedem hestên netewî li gel ciwanan nemîne. Herwiha destnîşan kirin ku çareserî tenê medya niştîmanî ye.


 

 

 

AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL


Li Herêma Kurdistanê zext û gefên li ser medya û dengên azad her diçe zêde dibe. bi taybetî gefxwarin, qetilkirin û revandina xebatkarên medyayê û necezakirina bersûcan didome. Têkildarî rewşa medya Başûrê Kurdistanê, pisporên medyayê ji ajasna me re axivin û gotin ku ew nikarin qala hebûna medyayekî serbixwe bikin.

 

Mamostayê Zanîngeha Helebceyê û pisporê medyayê Îsmaîl Hacî Zelmî diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê medya li ser hizbên siyasî de hatiye parvekirin û wiha got; "Li Başûrê Kurdistanê medya li ser hizban hatiye parvekirin. Di berjewendiyên hizbî de kar dikin. Vê yekê ji bandoriyek xirab li ser civakê kiriye. Hestên netewî û hezkirin di nava ciwanan de nehiştiye. Rewşa medyayê berbi aliyek xirab ve diçe. Nekariya erkê li ser milê xwe pêk bîne. Herwiha ji bo rewşa parçeyên din ên Kurdistanê, weke Rojhilatê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê  berpirsyartiya xwe pêk anîne.  Mixabin li Herêma Kurdistanê zelal nebûye medya li ser çi bingehî kar dike. Piranî ji bo hizbane, ne ji xelkê re kar dikin."

 

'Divê medya sînorên coxrafî rake'

 

 

Îsmaîl Hacî Zelmî der barê girîngiya medya niştîmanî de jî wiha anî ziman; "Di bingeh de medya ji bo xelkê ye. Lê niha li Herêma Kurdistanê di berjewendiyên kesî û hizbî de tê bi karanîn. Ji bo vê yekê yek ji pêwîstiyên sereke ya Kurdan medya niştîmanî ye. Bi medya niştîmanî em dikarin astengiyên li pêşiya xwe rabikin. Ne bi îdeolojî û fikrên şexsî û hizbî di sînorekê de rawestîn. Divê medya sînorên coxrafî rake û bibe medya hemû xelkê."

 

Îsmaîl Hacî Zelmî herî dawî wiha got; "Medyakarên niştîmanî hene, lê medya niştîmanî nîne. Eger medya niştîmanî hebe, ji bo lidarxistina kongreya netewî û armancên Kurdan dikare kar bike."

 

'Em nikarin bêjin medyayekî serbixwe heye'

 

Herwiha lêkolînerê meyda Kurd Ferhad Ehmed li ser heman mijarê wiha got; "Li Başûrê Kurdistanê piraniya medyayê rolekî negatîv di aştiya civakî de dibînin. Herwiha piraniya medyayê li ser hizban hatiye parvekirin. Em nikarin bêjin medyayekî serbixwe heye. Beşek medyayê xwe weke nîv serbixwe nîşand dide. Lê bi awayekî sêber bi rengekî veşartî alîkariya madî ji hizban digrin. Ji bo vê ji nikare ji siyaseta wê partiyê jê re diyarkî derkeve."

 

'Divê niha medya niştimanî hebe'

 

 

Ferhad Ehmed herî dawî wiha anî ziman; "Medya Kurd di warê xebat û têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de nebû xwedî rolekî baş. Weke di hat xwestin ezmûnên heyîn li gelê Başûrê Kurdistanê nehatiye parvekirin. Berevajî bandor kiriye. Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê gelek medyayê nekariye li dijî wê siyaseta AKP li dijî gelê Kurd dide meşandin raweste û kar bike. Wê sîtemkariya li gelê Kurd dike ji xelkê re ragihîne. Ji ber vê yekê divê niha medya niştimanî hebe. Ji bo ku mijaran û bûyeran weke heyî ji bo xelkê ragihîne."

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin