Smiley face
sorani
Smiley face

Tevgera Goran: Bila referandûm bê paşxistin

2017-08-12 19:54:08
Civata Nîştimanî ya Tevgera Goran piştî civîna xwe ya îro daxuyaniyekî nivîskî weşand. Tevgera Goran daxwaz kir ku referandûma Herêma Kurdistanê bê paşxistin û parlamentoya Herêma Kurdistanê bê aktîfkirin.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Civîna Civata Nîştimanî ya Tevgera Goran a îro saet 10:00'an de li Girê Zergete ya bajarê Silêmaniyê pêk hatî bi dawî bû. Tevgera Goran piştî civînê daxuyaniyekî nivîskî da.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Li civînê de me rewşa siyasî ya Kurdistanê, krîza darayî û fikarên welatiyên Kurdistanê nîqaş kir. Civîna Civata Nîştimanî li ser başkirina rewşa jiyana welatiyan rawestiya."

 

Di daxuyaniyê de tê gotin ku Tevgera Goran guftûgoyên di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de guncaw dibîne, ji bo çareserkirina krîzên Herêma Kurdistanê bi van rêyan;

"Yekem;  biryara paşxistina mûçe bê betalkirin, ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi awayekî nesayî li ser xelkê Kurdistanê hatiye ferz kirin.

Duwem; dahata petrol, gazê, dahata navxweyî ligorî yasasa hejmar 2 ya sala 2010'an ya parlamentoya Herêma Kurdistanê bê zelalkirin.

 

Sêyeme; ragihandin û damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê armanca hemû xelkê Kurdistanê û Tevgera Goran e. Referandûm amrazekî li pêşiya serxwebûnê pêk tê. Lê biryara lidarxistina referandûmê di 25'ê Îlona 2017'an de ji derveyî zemînên yasayî û rewşa siyasî, aborî, civakî û taybet pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê hatiye dayîn. Ji ber vê yekê pêwîste ev mijarê ji bo dem û rewşekî guncaw bê paşxistin û ji parlamentoyê re bê hêlan.

 

Çarem; Parlamentoya Herêma Kurdistanê piştî li hevkirinên siyasî yên di navbera aliyên siyasî de bê asayî kirin. Dest bi karên xwe yên yasayî bike. Çavdêriyê bike û berdewam be ji bo ahengkirina yasa serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna sîstema parlamentoya demkratîk li Kurdistanê.

 

Pênçem; hilbijartinên giştî di dema xwe ya yasayê diyarkirî de, di dema xwe de pêk were."

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin