Smiley face
sorani
Smiley face

Reqa: 2 jê segvan bi giştî 17 çete hatin kuştin 

2017-08-12 11:44:01
Pêngava  rizgarkirina Reqayê bi hemû lez û dijwariya xwe didome. Di şerê ji şevê din ê Reqayê de şervanan wesayîteke bombabarkirî rûxandin û 2 jê segvan bi giştî 17 çete hatin kuştin.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Pêngava rizgarkirina Reqayê di roja xwe ya 68’an de bi hemû leza we dewam dike. Şervanan şevê din jî darbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dan. Li taxa Reqaya Kevin şervanan wesayîteke bombebarkirî ku xwest xwe di nava şervanan de biteqîne, rûxandin di çeteyên di nava wesayîtê de hatin kuştin û 4 şervan jî bi sivikî birîndar bûn.

 

Şer li taxeke din a Reqayê taxa Rewdayê jî şerên dijwar rû dan. Li vir jî 9 çete hatin kuştin.

 

Li taxa Berîd jî şerên demkî yên kurt kurt di navbera şervanan û çeteyan de rû da. Di encamê de 6 çete hatin kuştin ku 2 jê segvan bûn.

 

(bz) 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin