Smiley face
sorani
Smiley face

Li Reqa 12 çete hatin kuştin, 2 jî bi saxî hatin girtin

2017-08-10 12:58:34
Şervanên eniyên rojhilat û rojava yên bajarê Reqa gelekî nêzî hev bûne û pêşketina şervanan didome. Tê payîn ku şervanên herdû eniyan di saetên pêş ve bighîjin hev. Li gorî agahiyan di şer de herî kêm 12 çete hatin kuştin û 2 çete bi saxî ketin destê şervanan.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


Hemleya rizgarkirina Reqa di roja xwe ya 65ʹan de bê navber didome. Şervanên eniyên şer a rojava û rojhilat pêşveçûna xwe didomînin û mesafeyeke kêm maye ku şervanên herdû eniyan bigihêjin hev.

 

Di taxa Nezlit Şihade a başûrê bajar jî ji şevê din ve di navbera şervanan û çeteyande şer didom. Di şerê li vir de herî kêm 7 çete hatin kuştin. Her wiha 2 bi saxî ketin destê şervanan.

 

Di taxa Rewda ya rojhilatê bajar jî di navbera şervanan û çeteyan de şer didome. Dişerê li vir de 2 çete hatin kuştin.

 

Li taxa Berîd a rojavayê Reqa jî şer bi hemû hêza xwe didome. Li gorî agahiyan di şerê li vir de jî 3 çete hatin kuştin.

 

Di taxa Reqaya Kevinde a rojhilatê Reqa de jî şerên demkî di navbera şervanan û çeteyan de didome. Der barê encama şerê li vir de tu agahî ne hatin bi bidestxistin. Şer didome.

 

Şervanên rojava û rojhilat nêzî hev bûne

 

Li gorî agahiyênhatine bidestxistin, şervanên eniyên şer a rojhilat û rojava gelekînêzîhebûne. Şervanên herdû eniyanji ber zêdebûna mayînên ku çeteyan danîne bi giranî pêşve diçin. Tê payîn ku şervanên eniyên rojhilat û rojava di saetên pêş de bighêjin hev.



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin