Smiley face
sorani
Smiley face

Li Reqa kargehek mayînan a DAIŞ’ê hat rûxandin

2017-08-09 12:55:34
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku çeteyên DAIŞ'ê li Reqayê asê kirine, kargeheke mayinan a çeteyan rûxandin. Li taxa Hîşam Ebdulmelîk jî di şer de 19 çete hatin kuştin.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Reqayê de her bi pêş ve diçin, kargeha herî mezin a çeteyan ku mayin lê çêdikirin, rûxandin.

 

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, kargeha navborî ya li taxa El Beyatrayê hatiye teqandin û li vê herêmê 10 çete hatine kuştin. Şerê li navenda bajêr jî dewam dike.

 

Wekî din, li taxa Hîşam Ebdulmelîk a li başûrê Reqayê, duh bi şev şerekî giran qewimî. Di vî şerî de 19 çete hatin kuştin.

 

Îro jî gelek sivîl ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin û li herêmên ewle hatin bicihkirin.



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin