Smiley face
sorani
Smiley face

Şervanên QSD’ê li Reqa gelek sivîlên din jî rizgar kirin

2017-08-09 11:26:38
Tîmên  taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê gelek sivîl ji taxa Nezlit Şehadê ya Reqayê, rizgar kirin.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku di roja 65`an de dewam dike, rizgarkirina sivîlan jî didome. Di vê çarçoveyê de, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê gelek sivîl ji taxa Nezlit Şehadê ya aliyê başûr ê Reqayê, ji  nava pencên DAIŞ`ê rizgar kirin.

 

Dema şervanan sivîl rizgar dikirin, wekî her car sekvanên çeteyên DAIŞ`ê sivîl ji xwe  re kirin armanc. Di encamê de zilamek û kurê xwe birîndar bûn. Şervanan yekser birîndar rakirin nexweşxaneyê û sivîlên din gihîştin cihê  bi ewle.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin