Smiley face
sorani
Smiley face

Cenazeyê ciwanekî di Çemê Sîrwan de hat dîtin

2017-07-17 15:26:58
Li herêma bajarokê Meydan ê girêdayî navçeya Xaneqîn cenazeyekî ciwanekî di Çemê Sîrwan de xeniqî hat dîtin.


 

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ XANEQÎN


Îro li herêma bajarokê Meydan ê girêdayî navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyala ve, cenazeyê ciwanekî di Çemê Sîrwan de xeniqî hat dîtin.

 

Têkildarî mijarê Berpirsê Parastina Şaristanî yê Derbendîxan, Keywan Ehmed ku ji ajansa me re axivî, got; “Ji ber zêde mayîna dibin avê de û birînên li ser rû û bedena wî, nasnameya ciwanê xeniqî nehat zanîn. Ji bo karûbarên otopsiyê cenaze hat rakirina morga nexweşxaneyê û ji vir jî hat şandina morga nexweşxaneya Silêmaniyê.”

 

Keywan Ehmed wiha jî got; “Pêş 17 rojan ciwanekî binavê Firyad Mihemed ê xelkê bajarokê Derbendîxan ku 23 salî ye, piştî ji malê derketiye heya niha ti agahî jê nehatiye girtin. Malbata Firyad Mihemed jî dibêjin ku ev cenazeyê kurê wane û nas dikin, hîna nehatiye piştrastkirin.”

 

Hêjay gotinê ye ku dinava sê rojan de ev 5’emîn bûyera xeniqînê ye rû dide. Di 15’ê Tîrmehê de di Çemê Sîrwan li herêma bajarokê Bawenûr ê girêdayî Germiyan cenazeyek hat dîtin. Di heman çemî de li herêma Koyê cenazek din jî hat dîtin. Duh jî du pismamên hev ên binavê Omer Ebdulmenaf (20) û Cîhad Nesredîn (19) di ava qezaya Kelekê ya girêdayî parêzgeha Hewlêr de xeniqîn.

 

Firyad Mihemed

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin