Smiley face
sorani
Smiley face

Çeteyên dewleta Tirk êrîşê Şehbayê kirin, şervanan bersiv dan

2017-07-17 14:36:40
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Eyn Diqne yê herêma Şehbayê kirin. Şervanan jî bersiveke tund da êrîşa çeteyên dewleta Tirk û niha jî li derdora gund şer diqewime.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagirker ev bûye saetek ku bi çekên giran êrîşî gundê Diqne yê herêma Şehbayê dikin û di heman demê de gund topbaran dikin.

 

Li gorî agahiyên nûçegîhana ajansa nûçeyan a ANHA’yê ji herêmê ragihandiye, Hêzên Şoreşger bersiv dane êrîşa çeteyan û niha jî li derdora gundê Eyn Diqne şer diqewimê.

 

Gundê Eyn Diqne dikeve rojhilatê bajaroka Ming a herêma Şehbayê.

 

Hewldanên dewleta Tirk a dagirkirina Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê berdewame. Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê gund û bajarên Kurdan wêran dibin, bi dehan mirovên sivîl yên bêparastin jiyana xwe ji dest didin. Dewleta Tirk ev demeke jî hewl dide operasyoneke mezin a dagirkirina kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bide destpêkirin. 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin