Smiley face
sorani
Smiley face

‘Pêwîste hikûmet ji bo dadgeh kirina jenosîdkaran, piştgiriyê bide’

2017-07-17 14:14:19
Rêxistina Parastina Mafê Qurbanî û Mexdurên Pişder, ji bo dadgeh kirina jenosîdkaran, daxwaza zêdetir piştgiriyê kirin.


 

 

 

ELÎ QADIR/ PIŞDER

 

Îro 15. salvagera dest bikarbûna Dadgeha Sucên Navnetewî (ICC) ye. Girêdayî wê, Rêxistina Parastina Mafê Qurbanî û Mexduran ya herêma Pişder bi armanca dadgeh kirina sucdarên jenosîdên gelê Kurd û dayîna zerera wê, daxwaza piştgiriya zêdetir ji hikûmetê kirin.

 

Girêdayî Mijarê Rêveberê Rêxistina Parastina Mafê Qurbaniyan  û Mexduran ê Pişder Heme Ziring di daxuyaniya çapemeniyê de wiha axivî: “Em daxwaz ji hikûmetê dikin ku ji bo dadgeh kirina sucdarên jenosîda gelê Kurd û dayîna zerera mexmdurên jenosîdan, zêdetir û piştgirî û piştevaniya me bike.”

 

Her wiha Heme Ziring got: “Parlamenterên Kurd yên li Bexda piştgiriyek tam daye me. Lê ji bo encamkirina vê dosyeyê tenê piştgiriya parlamenteran ne bese. Divê Hikûmeta Herêma kurdistanê piştgiriya me bike û saziyek taybet li gel Hikûmeta Navendî pêkbîne. Pêwîste ew sazî kar li ser encamkirina dosyê, dayîna zerera mexduran, dosya jenosîda gelê me bike. Her wiha divê alîkariya me bike ku em wê dosyeyê bigihînin dadgeh Laheyê.”

 

 

Heme Ziring axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo em dosyeyê bigihînin Hikûmeta Navendî, me bi rêya Serokkomar û Wezareta Şehîdan, hemû hewldan kirine. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê cidî li ser dosyeyê kar bike û nûnertiyek taybet a jenosîdê li Hikûmeta Navendî veke.”

 

Li ser heman mijarê Cigirê Rêveberê Rêxistina Parastina Mafê Mexdurên Pişder Cemal Hisên jî axivî û wiha got: “Hikûmeta Iraqê cûdakariyê di navbera Herêma Kurdistanê û Başûrê Iraqê de dike. Zerera hemû mexdurên Başûrê Iraqê daye.  Lê heya niha bi ti awayî zerera welatiyên Herêma Kurdistanê nedaye.”

 

 

Cemal Hisên di dawî de got: “Qeladizê ji aliyê Hikûmeta Navendî ve weke jenosîd hatiye nas kirin. Lê heya niha zerera wê nedaye. Ji ber wê daxwaziya min ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlamenterên Kurd yên li Parlamentoya Iraqê ewe ku ji bo dayîna zerera welatiyan, hemû hewldanên xwe bikar bînin.”

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin