Smiley face
sorani
Smiley face

Şervanên Êzidî li dijî êrîşan di perwerdeya pisporiyê re derbas bûn

2017-07-17 12:15:45
Şervanên YBŞ-YJŞ’ê dewreyeke din a perwerdê ya serbazî û îdeolojîk ya pisporiyê bi dawî kirin. Dewreyên perwerdê yên akademiya Ş. Berxwedan li Şengalê bi armanca mezinkirin û pisporkirina şervanên Êzidî ye. Di van akademiyan de ciwanên Êzidî li dijîî her cûre êerîş û gefên ser Şengal û bi giştî Êzidiyan amade dikin.


 



 

ROJNEWS / ŞENGAL

 

Akademiya Ş. Berxwedan ku ev demeke dirêje li Şengalê hatiye vekirin, bi armanca mezinkirin û pisporkirina şervanên YBŞ-YJŞ’ê gelek dewreyên perwerdê yên serkeftî temam kir. Di vê akademiyê de ciwanên Êzidî yên di nava hêzên parastina Şengalê de cih digirin li dijî her cûre gef û êrîşên ser Êzidiyan tên perwerde kirin. Şervanên beşdarî dewreya bi navê Şehîdên Xanesorê bûn bi awayeke serkeftî perwerdeya xwe temam kirin û derbasê qadên xwe yên parastinê bûn.

 

 

Şervan bi merasîmeke leşkerî û şahiyeke mezin perwerdeya xwe bi encam kirin. Di şahiya girtina perwerdê de malbatên şehîdan, endamên asayîşa Êzîdxanê, malbatên şervanan û gelek mêhvanên din jî amadebûn.

 

 

Fermandarê YBŞ’ê Kurtay Şengalî ku di merasîmê de axaftinek kir anî ziman ku şervanan tevî hemû zehmetiyan jî perwerdeya xwe bi serkeftî bi encam kirine û got: “Her yek ji me di rêya şehîdan de berbi pêş ve diçin. Watedare ku navê dewrê kirine dewreya şehîdên Xanesorê. Şehîdên Xanesorê pêşî li fermaneke nû ya dixwestin li ser gelê Êzidî pêkbînin girtin. Her yek ji me di rêya Çiyayan de pêş ve diçe: Şehîd Çiya yek ji fermandarên YBŞ’ê bû û li dijî tu metirsiyekî gav bi paşde ne di avêt. Niha jî di rêya wî de têkoşîn didome.

 

 

‘Em ji saya şehîdên qeyraman niha dijîn’

 

Divê her hevaleke ji vir derdikeve û diçe ser erka xwe vêya baş bizane ku, em ji saya serê şehîdên xwe yên qehreman îro hebûna xwe berdewam dikin. Ji lewma divê her hevalek bibe xwedî pratîkekî hêjayî van şehîdan. Em di meha Tîrmehê ya berxwedaneke mezin di têde hatiye jiyîn de ne bi vê boneyê, em şehîdên berxwedana zîndana Amedê birêzdarî bibîrtînin.

 

‘Divê bihêz beşdarî têkoşînê bibin’

 

Divê em fermana 3’ê Tebaxê ji bîr nekin û ji bo wê rojê dûbare nejîn divê ji çi destê me were û heta zêdetirê wî jî bikin û bi bi awayeke bihêz beşdarî têkoşînê bibin.”

 

Piştî axaftinê şervanan sonda xwe ya beşdarbûna têkoşînê nû kirin. Nasnameyên akademiya şehîd berxwedan jî dayîkên şehîdan, dan şervanên xwe. Piştî merasîmê şahiya ku ji aliyê şervanan ve hatibû amadekirin hate pêşkêşkirin. Di şahiyê de govend, koroya zarokên Şengalê û gelek tiştên weke vêya hatin pêşkêşkirin. Piştre govendeke giştî hate gerandin û şahî bi vî awayî bi dawî bû.

 

 

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin