Smiley face
sorani
Smiley face

‘Divê Iraq bibe endamê Dadgeha Sûcan a Navnetewî’

2017-07-17 13:14:18
Bi boneya Roja Dadperwerî ya Cîhanê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce û tevlîbûna çalakvanan daxuyaniyek çapemeniyê lidar xistin. Di daxuyaniyê de xwestin ku Iraq bibe endamê Dadgeha Sûcan a Navnetewî.


 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ HELEBCE


Îro li Baxê Giştî yê Helebce bi boneya Roja Dadperwerî ya Cîhanê, Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce daxuyaniyek çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de gelek çalakvanên medenî jî amade bûn.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê Desteya Bilind a Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce, Hikmet Fayeq daxuyanî xwend û wiha hat ragihandin; “Bi boneya îmzekirina peymana Roma em giring dibînin û divê Iraq jî vê peymanê îmze bike. Ev jî ji bo pêşîgirtina dubarebûna jenosîda Kurdan dibin navê her hincetekê de be. Erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ewe ku zextê li ser hikûmeta Iraqê bike vê peymanê îmze biket.”

 

 

Di dewama daxuyaniyê de wiha jî hat gotin; “Divê desthilatdarên Kurd ji hikûmeta Iraqê daxwaz bikin peymana Roma îmze bike. Ji bo cardin gelê bawer bike dubare rastî ti jenosîdan nayên. Em ji rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin, alîkariya Dadgeha Sûc a Navnetewî bikin ku zanyariyan der barê ew çeteyên DAIŞ’ê yên xwedî nasnameya welatên ev peyman îmzekirine, eşkere bikin. Ji bo dadgeh biryara pêwîst li ser wan bide. Her wiha daxwaz dikin ew kesên li Herêma Kurdistanê sûcên mezin kirine, yan jî tevlî bûne navê wan bê dayîna Polîsên Înterpol ji bo bên girtin.”

 

Di 17’ê Tîrmeha 1998’an de li Romaya paytextê Îtalya bi tevlîbûna çend welatên Ewrûpa ji bo avakirina Dadgeha Sûcan a Navnetewî îmze kirin. Niha 124 welat bûne endam û 139 welatan jî îmze kiriye. Iraqê di 15’ê Sibata 2005’ê de hewl da li gor vê peymanê tevbigere, lê piştî du hefteyan bê ku daxuyaniyek bide jê cûda bû.

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin