Smiley face
sorani
Smiley face

Li Reqa 500 sivîlên din ji dorpêça DAIŞ’ê hatin rizgarkirin- Bi Wêne

2017-07-16 15:43:15
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Taxa Teyar a rojavayê Reqayê 500 welatiyên din ên sivîl ji dorpêça çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.


 

 

 

ŞEMAL HESEN/ REQA


Îro şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) piştî şerek dijwar ê li rojavayê bajarê Reqayê li gel çeteyên DAIŞ’ê, 500 welatiyên din ên sivîl ji dorpêça çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

 

Şervanên QSD’ê piştî welatiyên sivîl rizgar kirin, ew birin cihên bi ewle. Her wiha Meclisa Sivîl a Reqa jî alîkarî li sivîlên hatin rizgarkirin belav kir.

 

Hêjay gotinê ye ku pêş çend rojan çeteyên DAIŞ’ê li Taxa Teyar a dikeve rojavayê bajarê Reqa 600 welatiyên sivîl dorpêç kiribûn û di şer de weke mertal bikar danîn. Duh şervanên QSD’ê 100 ji wan sivîlan rizgar kirin. Îro jî 500 sivîlên din rizgar kirin.

 

 

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin