Smiley face
sorani
Smiley face

Ebdulxaliq Yaqûb: Divê xwendina pirtûkan bibe çandek

2017-06-19 16:09:09
Civaknas û Rexnegirê Edebî Ebdulxaliq Yaqûb rexne li  Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêmê kir  ku di beşa perwerdeyê de ti rolek ji bo xwendina pirtûkan nehatiye diyar kirin û got: “Divê bi rêyekê pirtûk xwendin bibe çandek.”


 

 

 

 

ENWER QEREÇOX/ ROJNEWS

 

Heya niha pirsgirêkek mezin ya pirtûk xwendinê li Herêma Kurdistanê heye û pirtûk xwedin di nav xwendekar û civaka Başûrê Kurdistanê nebûye çandek giştî.

 

Têkildarî mijarê Civaknas û Rexnegirê Edebî Ebdulxaliq Yaqub wiha ji ajansa me re axivî: “Li gorî Wezareta Perwerdê pirtûk tenê ji hinek pelên ku divê xwendekar ji bo wergirtina puanan bixwînin, pêktê. Ti rolek xwendina pirtûkan di beşa perwerdê de nîne.”

 

Her wiha Ebdulxaliq Yaqub got: “Ji ber sîstema perwerdê, tenê eleqeyek fîzîkî û berjewendîxwazane ya xwendekaran li gel pirtûkan heye. Ne têkelnebûna ruhî û hevaltî, hemû mijarên xwendina pirtûkan hatiye piştguh xistin. Êdî pirtûk nabe beşek ji pêwîstî yên jiyana rojane ya ruhê kesan.”

 

Têkildarî ji bo rêyên çand kirina xwendina pirtûkan ku pêwîste beşa Perwerdê serlê bide jî Yaqub ev gotin kir: “Divê xwendin, teknîk û girîngiyên wê bibe yek ji madeyên xwendinê. Divê her ji dibistanên seretayî ve pirtûkan  bidin xwedin. Li gel wê jî pêwîste mamosta di hêla pirtûk xwndinê de puan li ser çalakbûna xwendekaran were dayin. Divê ji bo bihêz kirina asta zanistî, salane  pêşbirka xwendina pirtûkan were  lidarxistin. Divê ev pêşbirk li ser asta bajar û hemû Herêma Kurdistanê were lidarxistin û serkeftiyên wan werin xelat kirin. Pêwîste ew kes di nav xwendekaran de wek  kesên mînak werin nasandin.”

 

Ebdulxaliq Yaqûb axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîste mamosta salane dewreyên pirtûk xwendinê  vekin û çanda pirtûk xwendinê were pêşxistin.”

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin