Smiley face
sorani
Smiley face

HPG: Di 24 saetên dawî de 31 leşkerên Tirk hatine kuştin

2017-06-19 15:09:15
HPG'ê ragihand ku  artêşa Tirk ku roja 16'ê Hezîranê li Zapê dest bi operasyona dagirkeriyê kiribû, têkçûye û goti ku  di şerê 24 saetên dawî de 31 leşkerên Tirk hatine kuştin.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk, şeva 16'ê Hezîranê saet  21:30’an  de li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin û şerê ji ber vê operasyonê rû da, di roja sêyemîn de bi dijwarî dewam dikin."

 

Li ser şer û çalakiyên gerîla yên 24 saetên dawî yên li vê herêmê, ev agahî di daxuyaniyê de hatin dayin:

 

"18'ê Hezîranê saet di 10:00 de, hêzên me li hêzên dijmin ên li quntarê Şehîd Mûnzûr dan û di encama derbên xurt de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Demeke kurt piştî vê çalakiyê, hêzên me cara duyemîn li leşkerên li heman herêmê xistin û di vê derbê de jî 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

 

Di saet  13:30’ê  de, hêzên me li leşkerên artêşa Tirk ên hewl didan li herêm Qela Bêdewê bi cih bibin xistin. Li vir leşkerekî dijmin hate kuştin. Piştî vê çalakiyê, di saet 17:00, 17:15, 17:30 û 18:30’an  de, hêzên me li leşkerên li vê herêmê dan. Di encama van 4 êrîşên li dijî hêzên dijmin de, bi qasî ku hate tespîtkirin 8 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.

 

Hêzên me heman rojê ji danê nîvro heya êvarê, 6 çalakiyên sabotajê li hemberî hêzên dijmin ên hewl dan li herêma Qela Bêdewê bi cih bibin, pêk anîn. Bi qasî ku hate tespîtkirin, di van çalakiyan de 8 leşkerên dijmin hatine kuştin.

 

Dijmin bi balafirên şer, helîkopterên bi tîpa Kobra, obus û hawanan bê navber bombe li herêmê barandin. Çalakiyên hêzên me yên li vê herêmê heta danê vê sibehê dewam kirin.

 

Roja 19'ê Hezîranê di saet 07:30’ê de, hêzên me li leşkerên dijmin ên hewl didan li geliyê Sipê bi cih bibin û çeperan amade bikin, dan. Derb ji cihekî nêz lê hate dayin û di encamê de 7 leşkerên dijmin hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

 

Di heman demê de hêzên me li hêzên dijmin ên hewl didan li quntara herêma Şehîd Mûnzûr bi cih bibin, xistin. Di van derban de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

 

Li hemberî çalakiyên bi bandor ên hêzên me, artêşa Tirk careke din hewl da bi hêza teknîkê encamê bi dest bixe û di  saet 08:00’ê de bi balafirên şer bombe li herêmê barand.

Di şer û çalakiyên hêzên me de, bi qasî ku hate tespîtkirin 31 leşkerên dijmin di nava 24 saetên dawî de hatine kuştin, gelek leşkerên dijmin jî birîndar bûne."

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin