Smiley face
sorani
Smiley face

Ji fermandarê QSD'ê hişyarî: Eger rejîm êrîşên xwe nede sekinandin, emê bersivê bidin

2017-06-19 14:54:57
Berdevkê QSDʹê Mîrîal Talal Silo da zanîn ku rêjîma Sûriyê bi armanca têkbirina pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê êrîşan pêk tîne û got ku dê hêzên QSDʹê di çarçoveya xweparastina rewa de bersiva êrîşan bidin.



 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Berdevkê QSDʹê Mîrîal Talal Silo têkildarî êrîşên hêzên rêjîmê yên li ser bargehên QSDʹê daxuyaniyek nivîskî da.

 

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:  ʺPiştî berxwedana qehremane ya hêzên me û hêzên li dijî terorê hevkariya wan dike û di çarçoveya hêzên QSDʹê ya di pêngava Xezeba Firatê de ku bi armanca qutkirina Reqayê pêk tê, bi taybet jî piştî Cenga Mezin ku ji bo rizgakririna bajarê Reqayê  ku çeteyan ji xwe re kiribû paytext, di dema em di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de pêş ve çûn de û hejmarek taxên bajar rizgar kirin, hêzên rêjîmê bi zanebûn di 17ʹê Hezîranê  de êrîşeke berfireh ku balafir, top û tang tê de bi kar anîn li dijî herêmên rizgarkirî êrîşek  pêk anî. Êrîş li dijî herêmên ku ji beriya sê mehan ve di çarçoveya pêngava  rizgarkririna bajarê Tebqa û Bendava Firatê de hatibû rizgarkririn pêk hat. Armanca êrîşên rejîmê têkbirina pêngava rizgarkirina Reqayê ye.”

 

Berdevkê QSDʹê Mîrîal Talal Silo di dawiya daxuyaniyê de hêzên rêjîmê hişyar kir ku êrîşên xwe ne domînin û wiha got: ʺHeger hêzên rêjîmê  êrîşên xwe li ser bargehên me yên Reqayê dewam bike, emê neçar bimînim ku mafê xwe yê parstinê pêk bînin û bersiva êrîşan bidin.ʺ

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin