Smiley face
sorani
Smiley face

Her diçe rewşa welatiyên Herêma Kurdistanê xirabtir dibe

2017-06-19 14:41:46
Welatiyên Kelarê ya ser bi Germiyan ve  li hember dewam kirina krîza aborî nerazîbûn nîşan dan û ragihandin ku êdî ew nikarin debara jiyana xwe peyda bikin.


 

 

 

BERHEM LETÎF/ GERMIYAN

 

Li Herêma Kurdistanê nerazîbûnên li hember krîza aborî  zêde dibin û rewşa jiyana welatiyan roj bi roj ber bi xirab bûnê ve diçe.

 

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Kerîm Mihemed Salih  ku nîştecihê navçeya Kelar a ser bi Germiyane, wiha ji ajansa me re axivî: “Rewş û jiyana me gelek xirabe. Kar hemû tevlî hev bûne. Gel nikare dabara jiyana xwe pêkbîne. Paşxistina mûçeyê karmendan bandorek xirab li ser welatiyan daye çêkirin.”

 

 

Li ser heman mijarê welatiyê bi navê Serdar Selam jî ev gotin kir: “Rewşa gel ne başe, çawa daxwaza referandûm û serxwebûnê dikin. Eger navxweyî baş nebe û tiştek nebe, serxwebûn ji  bo çiye. Ez serxwebûna ku jiyan têde nebe, naxwazim.”

 

 

Her wiha  Serdar Selam   got: “Ev krîzane di berjewendiyê desthilatdaran deye. Desthilat gel birçî dike ku çavê gel li ber destê wan be. Alîkariya cotyaran jî nake ku aboriya welat pêşbikeve. Ev petrole jî diçe û kes nizane  bi kuderê ve diçe.”

 

Welatiyê Kelar ê bi navê Nizar Osman jî  diyar kir ku sedemê kurbûna  krîza aborî, kom nebûna partiyan ya ji bo çareseriya pirsgirêkane.

   

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin