Smiley face
sorani
Smiley face

Jinên Êzidî ji bo azadiya Ocalan banga bilindkirina têkoşînê kirin

2017-06-19 13:36:35
Jinên Êzidî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li çiyayê Şengalê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezarkirin û diyar kirin ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan jî banga bilindkirina têkoşînê li tevahî jinan kirin.


 


 

 

ROJNEWS / ŞENGAL

 

 

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Çiyayê Şnegalê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan jî banga bilindkirina têkoşînê li jinan kirin.

 

TAJÊ diyar kir ku ev 19 salin tecrîteke taybet ya girankirî li ser Ocalan têpêkanîn û diyar kir, Komîteya Pêşî lê Girtina Êşkenceyê (CPT), heya niha ti daxuyanî di derbarê rewşa Ocalan de ne daye û ev jî dide nîşan ku CPT ne serbixweye û li gorî berjewendiyên desthilatdaran tevdigire.

 

TAJÊ da xuyakirin ku yekane rêya, afirandina jiyaneke azad û aram, fikir û nêrînên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.

 

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

 

"Eger em îro li vir li hev kom bûne, bûne xwedî rêxistin, vîn û hêz, ev yek bi saya fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo ye.

 

 

Ji bo vê jî, weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ), em ê heta dawiyê xwe bi fikrên Rêber Apo perwerde bikin. Ya ku me ber bi heqîqetê ve dibe, ev fikir e. Bi me jinên Êzidî tenê mabe, em ê heta dawiyê bibin şopdar û parazvanê vê fikir û bîrdoziyê."

 

TAJÊ di dawiya daxuyaniya xwede dûbare bang li jinan ki rku ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan têkoşînê bilind û geş bikin û bibin xwedî helwest.



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin