Smiley face
sorani
Smiley face

'Nexweşxaneya beşa lezgîn a Kelarê ev 20 rojin bê bijîşke'

2017-06-19 13:32:25
Ev nêzî 20 rojane Nexweşxaneya beşa lezgîn (Şehîd Hejar) ya navçeya Kelarê bê bijîşke û ji saet 12 şevê û pêve ti bijîşkek têde kar nake. Rêveberê Giştî yê Tendirûstiya Silêmaniyê Mîran Mihemed diyar kir ku ew pirsgirêka di navbera rêveberiya giştî, wezîr û bijîşkan deye.




 

HAWRÊ KIRÊKAR/KELAR

 

Ji ber çalakiya grevê ya bijîşkên ne nîştecihên wê navçeyê ên nexweşxaneya beşa lezgîn ya Şehîd Hejar ya li navçeya Kelar a ser bi herêma Germiyanê ti bijîşkên ne nîştecihên navçeyê kar nakin. Ji ber vê yekê jî pirsgirêkên mezin ji bo welatiyên navçeyê çêdibin.

 

Cigirê Birêveberê Nexweşxaneya Lezgîn a Şehîd Hejar a navçeya Kelarê Helgurd Heme Emîn ji jansa me re wiha got: " Ji ber çalakira greva birçîbûnê ya bijîşkên vardiye ên yekane nexweşxaneya beşa lezgîn a sînorê Germiyanê ev 20 roj zêdetire nexweşxaneya Şehîd Hejar bê bijîşke. Ev rewş jî ji bo welatiyan pirsgirêkan çêdike. Ji ber ku  piştî saet 12'ê şev li nexweşxaneyê ti bijîşk namînin."

 

 

Helgurd Heme Emîn ev jî got: "Pirsgirêk tenê ne emin. Belkû bandorek zêde li me kiriye ji ber ku ev herêmek zext li sere. Her wiha cigirê serokê hikûemtê ji bo çareserkirina pirsgirêkan soz da me lê ew sozane ne hatin bicih anîn."

 

Rêveberê Giştî yê Tendûristiya bajarê Silêmaniyê Dr. Mîran Mihemed jî ji ajansa me wiha got: "Ew bijîşk dixwazin ku tayina xwe bixin ser Silêmaniyê. Ji bo ku li Silêmaniyê fêr bibin. Lê li gor lîsteyê biçin Germiyanê. Rêveberê giştî yê Germiyan, Qeladiz û Şarezorê dibêjin; 'Dibêjin me bijîşk divên ku tayina wan li ser me em naxwazin ji Silêmaniyê ji bo me bên'. Bijîşk jî dibêjin; 'Em dixwazin tayina me li ser Silêmaniyê be be û em li gor lîsteyê biçin derveyî Silêmaniyê kar bikin'."

 

 

Mîran Mihemed ev jî got: "Ev pirsgirêka di navber rêveberên giştî, wezîr û bijîşkan de ye. Çi dema ku wan biryar da bijîk vegerin ser Silêmaniyê wê demê emê lîsteyê çêkin û li gorî wê lîsteyê bijîşkan rêkin navçeyên sînorê parêzgeha Silêmaniyê. Ger biryar jî dan wek xwe bimînin jî ti pirgirêkên me nîne."

 

Nexweşxaneya beşa lezgîn ya Şehîd Hejar dikeve navçeya Kelar a ser bi herêma Germiyanê. Ji bilî rûnştvanên sînorê navçeyê û navçeyên germiyanê, d heman demê de rûniştvanên gundên sînorê navçeya Xaneqînê jî serdana vê nexweşxaneyê dikin.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin