Smiley face
sorani
Smiley face

Li Mûsilê Mizgefta Hadîn hat kontrolkirin û Ebûbekir Misrî jî hat kuştin

2017-06-19 12:52:24
Fermandariya Polîsên Federal ragihand ku Mizgefta Hadîn hat kontrol kirin û Ebûbekir Misrî jî li Mûsila kevin hat kuştin.


 

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Fermandariya Polîsên Federal têkildarî pêşketinên îro yên li Mûsilê  daxuyaniyek belav kir.

 

Di daxuyaniya fermandariyê de wiha hate gotin: “Hêzên Polîsên Federal  ku ketine taxa kevin ya Mûsilê, berbi cihê hatî plan kirî ve pêşve diçin. Bi piştgiriya balafirên Iraqê û koalîsyonê gelek taxên biçûk yên li wê derê kontrol kirine.”

 

Her wiha fermandariyê got: “Hêzên me karîne di dema operasyonê de Mizgefta Hadîn ji destê çeteyên DAIŞ’ê derbixînin û serçeteyê bi navê Ebubekir  Misrî ji kuştine. Ev kes li Bab Cidîd (deriyê nû) yê Mûsila kevin serçete bû.”

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin