Smiley face
sorani
Smiley face

‘Divê pêk anîna kongreya netewî li pêşiya hemû mijaran be’

2017-06-19 12:00:35
Rojnameger û çalakvanên Helebce diyar krin ku gelek giringe niha kongreya netewî pêkwere û gotin ku divê ji bo gelê Kurd pêk anîna kongreya netewî li pêşiya hemû mijaran be.




 

HAWKAR MISTAFA /HELEBCE

 

Beriya çend rojan şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo amadekariyên pêkanîna kongreya netewî li Başûrê Kurdistanê bi gelek aliyên siyasî yên Kurdistanê re hevdîtin kir. Li gorî daxuyaniya şendeyê hevdîtinên wan dewam dikinû hemû aliyên siyasî bi erênî nêzî pêkanîna kongreya netewî dibin. Rojnameger û çalakvanên bajarê Helebce ji tevahiya aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê daxwaz kir ku nakokiyên xwe daynin aliyekê û  hewldana pêkanîna kongreya netewî bidin.

 

Rojnameger Nîkî Mihemed di derbarê pêkanîna kongreya netewî de ji ajansa me re axivî û wiha got: “Rewşa niha ya parçeyên din yên Kurdistanê bi giştî û bi taybet ya Başûrê Kurdistanê wisan dixwaze ku kongreya netewî pêk were. Ji ber ku niha Başûrê Kurdistanê ber bi rewşekê ne aram ve diçe. Armanca pêkanîna kongreya netewî çêkirina aramiyê ye ji bo her çar parçeyên Kurdistanê. Ji ber vê yekê jî divê kongreya netewî pêk were.”

 

 

Nikî Mihemed  ev jî got: “Li ser vê mijarê mafê meye ku daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê bikin ku helwestek hevbeş werbigrin û kongreya netewî pêkbînin. Ji ber ku bi vê rêya kongreya netewî bi hemû deng û rengên cuda dikarin kom bibin û dawî li pêşbaziya di navbera xwe de bînin.”

 

Serokê rêxistina Helwest Rêbaz Kemal jî li ser heman mijarê wiha got: “Cihê matmayînê ye ku hemû berpirsên Herêma Kurdistanê berdewam behsa wan guhertinan dikin ku tê payîn di Rojhilata Navîn de pêk werin. Li ser vê diyar dikin ku divê gelê Kurd xwe ji van guhertinan re amede bike. Lê belê di rastî de ti tevgerek cidî ji rêveberên Başûrê Kurdistanê nayê dîtin. Ev zêdetir metirsiyê ji rewatiya Herêma Kurdistanê re çêdike ku niha partiya PDK her tiştê bi daxwaz û keyfa xwe dike. Serokê PDK’ê jî kursiyê serokatiya Herêma Kurdistanê dagirkiriye û ne amedeye berde. Ji ber van kiryarandivê kongreya netewî nebe qurbanê pêşbaziya aliyên siyasî.”

 

 

Rêbaz Kemal di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: “Raste pêkanîna kongreya netewî pir giringe û pêwistiyeke. Lê belê li Başûrê Kurdistanê partiyên siyasî li şûna bi hizrê netewî kar bikin, bi hizrê hizbî kar dikin û ji ber vê mijara netewî dikin qurbaniya hinek karên xwe. Ji bo vê divê hemû partî werin gel hev û li dijî PDK’ê eniyekê ava bikin û bi şêweyek medenî û siyasî nehêlin desthiladariya tekane ya partiyan pêk bê. Divê bi hevre stratejiyek netewî pêk bînin.”

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin