Smiley face
sorani
Smiley face

Di hilbijartina giştî ya Fransayê de Macron bi ser ket

2017-06-19 11:20:48
Hilbijarên Fransayê, 18'ê Hezîranê roja Yekşemê, ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên giştî çûn ser sindoqan. Di encama hilbijartinê de Tevgera Meşa Komargeran a Emmanûel Macron a lîberal, ku di hilbijartinên Serokkomariyê de bi ser ketibû, hilbijartinên giştî jî qezenç kir. Bi vê serketinê re partiya Macron li meclîsê serdest bû.



 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hilbijarên Fransayê, 18'ê Hezîranê roja Yekşemê, ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên giştî çûn ser sindoqan.

 

Hilbijartina dawiya vê hefteyê, ji aliyê encaman ve bû hilbijartineke dîrokî ya Fransayê. Ji ber ku ji sedan 75 meclîsê nû bû. Ev jî tê wateya rekorekê. Xemsariya ji bo hilbijartinê di rêjeya ji sedan  56.3 de bû. Ev jî tê wateya rekoreke nû di Komara Pêncemîn de.

 

Di encama hilbijartinê de Partiya Sosyalîst û Komargerên rastgir, ku du partiyên kevneşop in, derbeke giran xwarin û têk çûn. 

 

Macron bi ser ket

 

Tevgera Meşa Komargeran a Emmanûel Macron a lîberal, ku di hilbijartinên Serokkomariyê de bi ser ketibû, hilbijartinên giştî jî qezenç kir. Bi vê serketinê re partiya Macron li meclîsê serdest bû.

 

Li gorî encamên hilbijartinê, Tevgera Komarger a Macron û tifaqa wî Modem a rastgir, li meclîsa ji 577 kursiyan, 350 kursî bi dest xistin. 308 ji van ên partiya Macron, 42 jî yên Modem e. Li gorî texmînên piştî tûra yekemîn a 11'ê Hezîranê hatin kirin, dihat payin ku Macron zêdeyî 400 wekîlan bi dest bixe.

 

Di rewşa heyî de Macron li Meclîsê serdest bû. Reformên ku tê payîn rê li ber nîqaşan vekin, wê karibe ji aliyê vê pêkhateya meclısê ve bên erêkirin.

 

Mûxalefeta bingehîn jî kete destê rastgiran

 

Li Meclîsê, mûxalefeta bingehîn jî kete destê rastgiran. Partiyên rastgir Komarger, UNI û rastgirên din 137 kursî bi dest xistin. Ev eniya rastgir a bi hev re tevdigere, berê xwedî 199 kursiyan bû.

 

Partiya Sosyalîs derbeyek giran xwar

 

Partiya Sosyalîst bi rêjeya ji sedî 5.38, 29 kursî û Partiya Çep a Radîkal jî 3 kursî bidest xistin. Bi vî awayî kursiyên çep a hikumetê ji 302'an daket 40'î. Sekreterê asta yekemîn ê Partiya Sosyalîst Jean-Chrîstophe Cambadêlîs ji wezîfeya xwe îstifa kir.

 

Eniya Neteweyî, ku partiya rastgiriya tund e, 8 wekîl şand meclîsê. Lê belê negihîşt hejmara ku karibe komekê li meclîsê ava bike.

 

Melenchon hejmara ku karibe komekê pê ava bike bi dest xiwst

 

Li eniya çep a radîkal, Tevgera Fransa ya Serî Natewîne ya Jean Lûc Melenchon, ku di hilbijartinên serokkomariyê de gaveke girîng avêtibû, dengekî zêde bi dest nexistibe jî, hejmara ku karibe li meclîsê komekê ava bike, bi dest xist. Melenchon 17 kursî wergirt. Partiya Komunîst jî zêde kir û 10 kursî bi dest xist.

 

223 jin çûn meclîsê

 

Encameke din a giring a vê hilbijartinê jî rêjeya jinan e. Ji bo meclîsê 353 mêr hatin hilbijartin. Hejmara wekîlên jin jî gihîşt 223 kesan. Di hilbijartinên beriya niha de 155 jin ji bo parlamentê hatibûn hilbijartin.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin