Smiley face
sorani
Smiley face

Salar Mehmûd: Ji bo serxwebûna Başûr pêwîstiya me bi hêza parçeyên din heye

2017-06-19 11:00:11
Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd diyar kir ku ew giringiyê dide yekitiya netewî û got: Ji bo piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê pêwîstiya me bi hêz û alîkariya parçeyên din yên Kurdistanê heye."



 

 

 

DANA OMER/SILÊMANÎ

 

Di demên bûrî de ji bo pêkhatina yekitiya netewî û rêxistina di nava Kurdan de hewldan hatine kirin. Niha jî bi armanca bangawazî û amadekariya ji bo civînek ya şêwirînê ji bo pêkhatina yekitiya netewî ya Kurd, şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) serdana aliyên Kurdistanî yên herçar parçeyên Kurdisanê dike.  

 

Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd divê derbarê de ji ajansa me re axivî û wiha got: "Çi pêşniyarek divê derberê de were kirin emê pêşwaziyê lê bikin."

 

Salar Mehmûd ev jî got: "Pêwîste em di aliyê dîplomasî û siyasî de destkeftiyên mezin bi dest bixin. Her wiha divê navendeke giştî ya her alî hebe ku tê de doza Kurd were nîqaş kirin. Ji bo vê jî pêwistî bi rêxistina di nava Kurdan de heye."

 

Salar Mehmûd  anî ziman ku ji bo serxwebûna Başûr pêwîstiya me hêza parçeyên din heye û got: "Ji bo ku em ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê piştgiriyê bigrin, pêwîtiya me bi hêz û alikariya parçeyên din yên Kurdistanê heye. Ji ber ku peywendiyên wan hene. Hêza wan heye. Hêza wan ya mirovî û leşkerî heye ku ji bo xizmeta Kurdistanê bi kar tînin."

 

Salar Mehmûd  axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji bo pêkhatina yekitiya netewî pêwiste di aliyê îdeolojî de vegerin li ser netewî û  îradeyek hevbeş were avakirin. Li gorî me em dikarin di berjewendiyên netewî de hevgirtî bin. Ji ber ku xalên me yên hebeş zêdetirin."

 

Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd  di dirêjiya axaftina xwe de wiha got: " Her hizbek ji me di aliyê armancên hizbî de hinek erkên netewî hene. Pêwiste em armancên netewî bikin karê xwe yê destpêkê. Ji ber hizb ne armance, Ji bo xizmeta nîştîmanî û netewî ber bi demokrasiyê ve pêşve were birin amraze."

 

Salar Mehmûd di dawiya axaftinên xwede jî diyar kir ku ew hêvî dike her kes berjewendiyên nîştîmanî û netewî bixe pêşiya berjewendiyê hizbî de.

 

Hêjayî gotinê ye KNK'ê heta niha bi YNK, Tevgera Goran, Yekgirtoya Îslamî, Komleya Îslamî, PDK, Partiya Sosyalîst û KCK'ê re hevdîtin kiriye û piştiriya piraniya wan girtiye.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin