Smiley face
sorani
Smiley face

Bereya Demokrasiya Gel: Hêvîdarin bibe êşa dawî ji bo malbata Newşîrwan

2017-05-19 21:52:40
Bereya Demokrasiya Gel bi boneya wefata Serokê Giştî yê Goran Newşîrwan Mistefa peyameke sersaxiyê weşand û ragihand ku ji bo vê demê wendahiyeke mezin e.



 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


 

Bereya Demokrasiya Gel bi boneya wefata Newşîrwan Mistefa peyameke sersaxiyê weşand û ragihand: “Em weke Bereya Demokrasiya Gel, bi boneya koça dawî ya pêşmerge, siyasetmedar û damezrînerê giştî yê Tevgera Goran kak Newşîrwan Mistefa, sersaxiyê ji malbat, xizmên kak Newşîrwan Mistefa û tevahî dost, endamên Tevgera Goran re dixwazin.”

 

Peyama sersaxiyê ya Bereya Demokrasiya Gel bi van gotinan bi dawî dibe: “Wefata kak Newşîrwan, di demek wisa hesas ya gelê Kurd di têde derbas dibe de wendahiyeke mezin e. Rihê wî şad be û hêvîdarin ku bibe êşa dawî ji bo malbata wî.”



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin