Smiley face
sorani
Smiley face

Wargeha Newroz: Em ê ji her aloziyeke li Şengalê rû bide PDK'ê, berpirsyar bigirin

2017-05-19 17:51:01
Gel  û saziyên Êzidiyên li wargeha  Newrozê ya li bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekî nerazîbûn nîşanan gengeşeya di navbera hêzên Heşdî Şebî û pêşmergeyên PDK’ê de raber kirin û diyarkirin ku PDK ne xwediyê Şengalêye da biryarê di derbarê Şengalê de bide.



 

 

DAXWAZ REMBÛSÎ-ELÎ PÎR / DÊRIK

 

Ji  bo aloziyên di navbera  Heşda Şebî û Pêşmergeyên PDK’ê de gelê wargeha  Newroz ya  girêdayî bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê ku ji Êzidiyên penaber yên Şengalê pêk tê, li ber deriyê Meclisa  Avaker a Şengalê ya wargehê kombûn û daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

 

Daxuyaniya Êzidiyên wargeha Newroz bi vî rengiye;  

 

Em wek wargeha  Newroz   bi wê yekê re ne ku xaka  me ji destê çeteyên DAÎŞ’ê bê rizgarkirin û em vegerin ser axa  xwe. Lê, em ne bi wêrene ku li ser kontrolkirina xaka me gengeşe û alozî di navbera du aliyan de rû bide.”

 

‘Bila PDK xwe neke xwediyê Şengalê’

 

Şengalî diyar kirin ku divê PDK xwe neke xwediyê Şengalê û wiha hate ragihandin: “Em  ji PDK’ê re dibêjin ku bila xwe neke xwediyê axa Şengalê. Yê di tengaviyê de xwedî li me dernekeve bila di firehiyê de bi derewan xwedî li me dernekeve.  Şengal ne Şengala beriya fermanêye.  Şengal êdî xwedî hêz, sazî û emniyetê ye. Hêza  ku ji keç û xortên Şengalê  pêk tê heye ew jî YBŞ-YJŞ ye.”

 

‘Wê YBŞ-YJŞ biryarên leşkerî bide’

 

Êzidiyan diyarkirin ku wê YBŞ û YJŞ di mijarên leşkerî de muxatabê Iraqêbe û ragihand: “Derbarê leşkerî de ew dikare bi Hikumeta  navendî ya  Iraqê’ re  bikeve  têkiliyê û biryarên têkildarî Şengalê bidin. Divê were zanîn ku YBŞ di wezreta parastinê de hêzeke fermiye. Ji bo mijarên siyasî jî Meclîsa Avaker a Şengalê heye.”

 

‘Çima pêşmerge heya niha van deveran kontrol nekirin’

 

Daxuyaniya Êzidiyên wargeha Newroz wiha berdewam dike: “Rayedarên PDK’ê dibêjin Heşda Şebî dixwaze  deriyekî ji bo derbasbûna  Hizbûlaha Îranê veke da ku derbasî nava xaka Sûriyê bibin. Em  ji wan rayedaran  dipirsin ka pêşmerge  ev demekî dirêje li wirin çima  ew  gund  û dever kontrol nekirin.

 

‘Gelo dixwazin DAIŞ bimîne’

 

 Gelo dixwazin DAIŞ bimîne? Bi nêrîna  me ev  ye kjî piştgiriyeke  ji bo DAIŞ’ê piştî despêkirina kontrolkirina cih û warê me jid estê DAIŞ’ê ji aliyê Heşdî Şebî ve, pêşmergeyan karwanekî ji tank û maşîneyên leşkerî derbasê Şengalê kirin. Gotinên rayedarên PDK’ê ya bila Heşdî Şebî ji axa Şengalê derkeve, wê Şegnalê berbi alozî û şerekî nûve bibe.”

 

‘Man û nemana Heşdî Şebî li Şengalê di destê Şengaliyan de ye’

 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku biryara man û nemana hêzên Heşdî Şebî di destê Şengaliyan de ye û wiha pêde çû: “Man û nemana Heşdî Şebî li Şengalî di destê Şengaliya de ye ne di destê PDK’ê de ye. Hemû aloziyên ku li Şengalê rû didin û wê rû bidin jî jêdera xwe ji hebûna PDK’ê ya li Şengalê digire.”

 

Daxuyaniyê de bang li gelê Êzidî hate kirin ku têkoşîna xwe bilind bikin û bêyku pişta xwe bi ti aliyek girê bidin hêza xwe ya YBŞ’ê u YJŞ’ê mezin bikin.”

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin