Smiley face
sorani
Smiley face

Kêliyên xembar yên hezkiriyên Newşîrwan Mistefa-Bi wêne

2017-05-19 16:51:04
Piştî ku wefata Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa di çapemeniyê de hate ragihandin, alîgirên Goran ji bo malavahiyê kom bi kom berê xwe dan girê Zergete ku navenda Goran û mala Newşîrwan Mistefa li wê derêye.



 

ROJNEWS / SILÊMANî

 

Îro, serokê Tevgera Goran ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû, li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir. Piştî bihîstina wefata Newşîrwan hemû alîgir, xizm û kes û kar û gelek aliyên siyasî û hevalên wî herikîn ber mala wî û dema birin nexweşxaneya Faruq ji aliyê bi sedan kesî ve hate oxir kirin.

 

 

Ragihandina vê nûçeyê heval, alîgir û girseya Goran xist nava xemeke mezin de. 

 

 

Piştî ku biryar hat dayîn ku  wê cenazeyê Newşîrwan Mistefa li bajarê Silêmanî li Girê Zergete were veşartin, bi sedan kes berê xwe dan vê derê.

 

 

 Newşîrwan Mistefa wê sibe li Girê Zergete di saet 10:00’an de were definkirin. Tê texmînkirin ku merasîma cenazeyê girseyî derbas bibe.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin