Smiley face
sorani
Smiley face

Jineke Azerî serê xwe vekir û got: Ji serpêçana bi zorê re ‘NA’

2017-05-19 15:50:04
Li navendek dengdanê ya hilbijartinên Serokomarî û encûmena bajar û gundên Îranê  jineke ciwan a Azerî kefiya xwe avêt û bi rakirina pankartekê  li hember serpêçana  bi zorê nerazîbûn nîşanda.



 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro li bajarê Erdebîl ya Bakurê Rojhilatê Îranê jineke ciwan kefiya xwe avêt û pankarta bi nivîsa  ‘ji bo serpêçana  bi zorê na’ nerazîbûn raber kir.

 

Îro di saet 08:00’an de hilbijartin li navendên denganê yê hemû bajarên Îranê û dervey welat destpêkir. Di çarçoveya dengdanê de jineke ciwan a Azerî bi armanca li hember serpêçana bi zorê nerazîbûn nîşan bide, kefiya xwe avêt. Her wiha pankartek bi nivîsa ‘ji  bo serpêçana bi zorê na’  nerazîbûn raber kir.

 

Hêjayî gotinêye ku piştî hatina ser desthilatiyê ya Komara Îslamî ya Îranê bi du salan, serpêçana bi zorê ji bo hemû jinan anîn û vêya jî kirin qanûn. Ji wê demê ve kîjan jin serê xwe ne pêçe tê cezakirin. Di dema Serokomariya Ehmedî Nejad ya salên 2005-2013’an de hêzeke polîsan ya taybet ji bo çadêrîkirina cil û berg û serpêçana jinan çavdêrî bikin hatibû damezrandin.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin