Smiley face
sorani
Smiley face

Gelek navendên hilbijartinê li Rojhilatê Kurdistanê, vale ma

2017-05-19 14:33:11
Tevî hemû bangeşe, reklam û gef û zextên rejîma Îranê jî welatiyên Rojhilatê Kurdistanê  hilbijartinan sar pêşwazî dike û navendên dengdanê yên li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî valene.  



 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî agahiyên ji Rojhilatê Kurdistanê hatine bidestxistin, gelê Kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê kêm diçin ser sindoqan û ev jî bandora banga boykotkririna rêxistinên Kurd dide nîşandan.

 

Li gorî van agahiyan navendên dengdanê yên yê bajarê Sine, Kirmaşan, Seqiz, Selasubawecanî, Merîwan, Bane, Ûrmiye, Bokan, Mahabad û Xoy valene û xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi giştı germ nêzî hilbijartinan nabin û naçin ser sindoqan.

 

 

Valebûna navendên dengdanê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê di astek wisan deye ku televîzyona ermî ya rejîma Îranê ku li hemû navendên dengdanê  weşanên zindî dikin li Rojhilatê Kurdistanê heya niha weşaneke zindî parve nekiriye.

 

Ev demeke ku rejîma Îranê hem bi şêweyekî raste rast û bangeşe, hem jî bi rêya zext û gefan hewl dide gelê Rojhilatê Kurdistanê deng bikar bîne.

 

Li Rojhilatê Kurdistanê 6 partiyên Kurdan bi daxuyaniyek hevbeş diyar kiribûn ku wê her du hilbijartinên serokomariya Îranê her wiha hilbijartinên meclisa bajar û gundan boykot bikin. Lê, ji vana cûdatir KODAR û pêkhateyên xwe, hilbijartina serokomariya Îranê boykot kir û daxwaz ji gelê Rojhilatê Kurdistanê jî kir ku li gorî taybetmendî û kesayeta namzetan dengê xwe ji bo hilbijartinên meclisa bajar û gundan bikarbînin. Ango KODAR hilbijartina meclisa gund û bajaran ji îradeya gel re hişt ku li gorî pîvanên welatparêziyê bixwe biryara xwe ya dengdana namzetan bidin.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin