Smiley face
sorani
Smiley face

Tevgera Azadî: Wefata Newşîrwan me pir xemgîn kir, wendahiyek mezin bû

2017-05-19 14:31:47
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî)  bi peyamekî sersaxiyê ji malbata serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa re xwest û ragihand ku wefata birêz Newşîrvan Mistefa wendahiyek mezine ji bo gelê Kurd.



 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serê vê sibê serokê giştî yê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa jiyana xwe ji dest da. Tevgera Azadî bi peyameke nivîskî sersaxiyê ji malbata Mistefa re xwest û wefata wî jî ji bo gelê Kurd weke wendahiyeke mezin  nirxand.

 

Tevgera Azadî di peyama xwe de ragihand: “Agahiya wefata serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa me pir xemgîn kir. Em di serî de sersaxiyê ji malbata wî ya şoreşger re dixwazin. Wefata wî ji bo gelê Kurd wendahiyeke mezine ku bi dehan salan di nava komên têkoşîna siyasî ya Kurd de cih girt. Wefata wî hemû gelê Kurd xemgîn kiriye.”

 

Di berdewamiya peyama Tevgera Azadî de hat gotin: “Di şert û mercên niha yên Kurdistanê de hebûna kesayetek wekî Newşîrvan Mistefa pêwistiyek bû ku dikarî rê nîşander û hêzek be ji bo wan guhertinên ku pêk tên.”

 

Tevgera Azadî peyama xwe bi van gotinan bi dawî dike: “Bi navê hevserokên Tevgera Azadî, tevahî kadro û endamên Tevgera Azadî sersaxî ji tevahiya xizmên Newşîrvan Mistefa Emîn, ji bo Tevgera Goran û tevahiya gelê me re dixwazin. Hêvîdarin ku ev bibe nexweşiya dawî ji bo malbata têkoşer û giştî gelê me.”

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin