Smiley face
sorani
Smiley face

Cenazeyê  kolberekê Rojhilatê Kurdistanê, piştî 105 rojan hat dîtin

2017-05-19 14:18:48
Cenazeyê kolberekê Rojhilatê Kurdistanê piştî 105 rojan li gundekî girêdayî bajarê Ûrmiyê hat dîtin.



 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê, cenazeyê kolberekî Kurd yê bi navê Rizgar Sakanî ku di Çile ya 2017’an de agahî jê qut bubû, duh li navçeya Silqane ya girêdayî bajarê Ûrmiyê hat dîtin.

 

Ew kolberê ku piştî 105 rojan cenazeyê wî peyda bû, xelkê gundê Pîsan Terkoy yê ser bi bajarê Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji Çile ya 2017’an ve agahıı ji Sakanî ne dihat girtin.

 

Mirin û kuştina kolberên Rojhilatê Kurdistanê ya li ser sinorê her sê parçeyên Kurdistanê (Bakur, Başû û Rojhilat) berdewame.  Kolber ji ber siyaseta cuudakar ya IIranee bi nan uu ziko kar dikin. Di oxira debara jiyana xwede beree xwe didin reeyeen neveger yên mirinê. Hem ji ber şerteen zehmet yeen hewayee jiyana xwe ji dest didin hem jıı ji aliyee rejııma ku wana neçaree wee reeyee dikin ve teen gulebarandin û kuştin.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin