Smiley face
sorani
Smiley face

‘Her bihar tê rojeva referandûma serxwebûnê germ dibe’

2017-05-19 13:49:39
Welatiyên Kerkûkê rexne li rojeva referandûmê ya hikûmetê  dikin û diyar dikin ku her bahar tê, rojeva referandûmê jî germ dibe û gotin: “Divê Kerkûk û herêmên derdora wê neyên îhmalkirin yan wê nekevin ser herêma Kurdistanê û veqetînek çêbibe.”



 

 

RÊBAZ SEBAH/ KERKÛK

 

Welatiyên Kerkûkê jî mîna gelek welatiyên herêma Kurdistanê rexne li rojeva referandume dikin û diyar dikin ku gelek pirsgirêkên din hene ku divê pêşî werin çareserikirin paşê referandûmê bixin rojevê.

 

Edîtorê Rojnameya Hewal Burhan Hacî Silêman diyar kir ku referandûm û serbixweyî mijareke çarenûsêye û wiha axivî: “Mijara referandûm û serbixwebûna herêma Kurdistanê mijarên diyar kirina çarenûsêye û mafê hemû gelane. Ev xebateke medeniye ji lewma divê di şert û mercên guncav de were lidarxistin ku bikare dengê erê bigire.”

 

 

 ‘Her bahar, rojeva referandûmê li Kurdistanê germ dibe’

 

Edîtor Burhan Hacî bêhêvitiya xwe ya ji referandûmê jî bi van gotinan anî ziman: “Niha li heremê qeyraneke aborî heye. Ji ber herêma Kurdistanê bi rêveberiyeke şexsî tê birêvebirin ji lewma yekîtiya Kurd jî çênabe. Evane tev pirsgirêkin û bandore li pêkhatina referandûmê dike.”

 

Burhan Hacî axaftina xwe wiha bidawî kir: “Diyare ku di mijara referandûmê de zêde zelal nînin. Li aliyekê dibêjin referandûm ji bo serxwebûnê ye, li aliyek din jî dibêjin ji bo ku em bizanin helwesta gel li ser serxwebûnê çiye. Heya niha derbarê vê de tişteke zehf zelal nîne. Her bahar ev rojev germ dibe paşê jî sar dibe.”

 

 ‘Lidarxistina referandûmê xewnek dîrokî ya gelê Kurd e’

 

Li ser heman mijarê çalakvan û endamê Meclîsa Ciwanên Iraqê Dîdar Eswed jî axivî û got: “Lidarxistina referandûmê û serxwebûna Kurdistanê xewnek dîrokî ya gelê Kurd e. Xewna her kesekî vê herêmêye ku rojekê bibe xwedî dewletek serbixwe. Lê niha dema  li darxistina  referandûmê û serxwebûna Kurdistanê gûncav nîne.”

 

 

Dîdar Eswed axaftina xwe wiha domand: “Pêwîstiya van nîqaşan bi hîmekî heye. Pêwîstiya wê bi aboriyeke baş heye. Pêwîstî bi siyaset û başkirina têkiliya herêmê li gel welatên cîran heye. Lê mixabin heya niha jî ev amadekariyane ne hatine kirin. Wê ji ber rewşa niha ya xirab ya welatiyan û rewşa ku welat têde derbas dibe, hêjmareke kêm ya welatiyan deng bikarbînin.”

 

 ‘Nabe ku Kerkûk û herêmên nêzî wê were îhmal kirin’

 

Girêdayî mijara referandûmê  Rojnameger Hêmin Hesen rexne li siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê kir û got :“Hinek mijar hene ku divê beriya li darxistina  referandûmê  werin çareser kirin. Bi taybet mijara herêmên bi nakok yên dervey Herêma Kurdistanê. Pêwîste çarenûsa wan cihan were diyar kirin. Divê niştecihên van herêman bizanin li kudera vê referandûmêne. Bi rastî nabe ku Kerkûk û herêmên derdora wê bên îhmalkirin. Eger xebatek li ser Kerkûk û herêmên bi nakok neyê kirin, wê ev herêmane nekevin ser herêma Kurdistanê. Piştre jî wê zirerek mezin bihije Kurdan û coxrafyaya Kurdistanê.”

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin