Smiley face
sorani
Smiley face

Ji KCD’ê û DBP’ê peyamên sersaxiyê ji bo malbata Newşîrwan Mistefa

2017-05-19 12:38:21
KCD’ê û DBP’ê  ji ber wefata Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa peyama sersaxiyê weşandin û ragihandin ku wefata wî wendahiyeke mezine ji bo gelê Kurdistanê.



 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi du peyamên cûda sersaxiyê ji malbata Newşîrwan Mistefa û Tevgera Goran re xwestin.

 

Peyama DBP’ê wiha ye: “Me bihîst ku Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa vê sibê li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest daye. Newşîrvan Mistefa ku di sala 1960’an de Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê avakir û ket nava siyasetê, hemû jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê da, ji ber wê ji bo gelê Kurdistanê windahiyek mezine. Em ê Newşîrwan Mistefa her tim wekî dostekî girîng û têkoşerekê Kurdistanê bibîr bînin. Em xemgîniya xwe tînin ziman, ji malbat, heval, hevalên têkoşînê û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”

 

 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî bi peyamekî sersaxiyê ji malbat û gelê Kurd re xwest û ragihand: “Agahiya wefata Serokê Giştî yê Tevgera Goran birêz Newşîrwan Mistefa me xemgîn kir. Serê malbata wî û gelê Kurd sax be. Em zanin ku birêz Mistefa heta dawiya jiyana xwe ji bo gelê kurd têkoşiya û bi tekoşîna xwe jiyaneke têr û tijî derbas kir.

 

 

Ji ber vê yekê wefata birêz Mistefa bi giştî ji bo gelên Kurdistanê û gelê başûrê Kurdistanê windahiyeke mezin e. Wekî Kongreya Civaka Demokratîk em careke din dibêjin ku bila serê malbata wî û gelê Kurdistanê sax be.”

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin