Smiley face
sorani
Smiley face

KNK: Wefata Newşîrwan Mistefa wendahiyeke mezine

2017-05-19 12:23:40
KNK ji bo Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa sersaxî xwest û got: ‘’ Em sersaxiyê ji malbata birêz Newşîrwan, hemû gelê Kurdistanê, endam û alîgirênTevgera Goran re dixwazin.’’


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew bi wefata Serokê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa pir xemgîn in, xemginiya malbatê û dostên wî par ve dikin û sersaxiyê dixwazin.

 

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo wefata Newşîrwan Mistefa, Serokê Tevgera Goran di peyama sersaxiyê de got: “Xebera xembar û dilsoj ya wefata Serokê Goran Birêz Nawşîrwan Mistefa, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgîn in. Birêz Newşîrwan Mistefa, di destpêka jiyana xwe de ji salên xwendekarîyê û heta niha, di nav siyaset û şoreşa Kurdistanê de cihê girt. Weke xebatkar, weke pêşmerge, weke fermande, weke siyasetvan, weke rêvebir, weke heval, weke nivîskar, di hemî qadên şoreşê de cihê xwe girt û bi xebata xwe ya dûr û dirêj kete nava rûpelên dîroka Kurdistan ê. Wefata Birêz Newşîrvan Mistefa, ji bo Tevgera Goran, ji bo Başûr û hemû Kurdistanê windahiyek mezine. ‘’

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin